Kombûna Zenûbiya: Hêva û Dilawer mînaka kurdên têkoşer in 2025-02-04 10:58:57         NAVENDA NÛÇEYAN - Kombûna Jinan a Zenûbiya êrişa dewleta Tirk a li dijî şehîd Hêva Erebo û Dilawer Erebo bi tundî şermezar kir û destnîşan kir ku her du têkoşeran ji bo doza gelê xwe canê xwe feda kiriye.   Kombûna Jinan a Zenûbiya der barê qetilkirina Hêva Erebo û Dilawer Erebo de daxuyaniyek da.   Di daxuyaniyekê de hate gotin ku qetilkirina endama Koordînasyona Kongra Star Hêva Erebo “ji bo tevgera me ya jinan windahiyek e”. Her wiha diyar kir ku çalakvan Hêva Erebo sembola fedakariyê bû û hate gotin: “Rola wê di avakirina rêveberiyên jinan ên li herêmên ku ji çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirî de hebû, her wiha ji bo xurtkirina tevgera azadiya jinan li wan qadan kedeke mezin da.”   Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku têkoşer Dilawer Erebo mînaka "Kurdên têkoşer" bû ku jiyana xwe ji bo parastina doza gelê xwe feda kir.   Kombûna Jinan a Zenûbiya di daxuyaniyê de soza şopandina rêya pakrewanan da û tekez kir ku ew ên heta pêkanîna azadî, dadmendî û wekheviyê têkoşîna xwe berdewam bikin.