'Em ê xwedî li ked û têkoşîna pakrewanan derkevin' 2025-02-04 09:05:46        Mîdye Miqted    HELEB - Jinên li Helebê têkildarî têkoşîn û berxwedana Viyan Soran de dan zanîn 19 sal di ser şehadeta pakrewan Viyan Soran re derbas dibe û got:" Heya ku em şopdarê rêça pakrewanan bin divê em xwedî li ked û têkoşîna pakrewanan derkevin."   19 sal di ser fedayitiya pakrewan Viyan Soran re derbas dibe. Ji bo bîranîna wê li her sê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê civîn hatin li darxistin, li her sê taxan ji aliyê Endamên Komîteya Perwerdeyê a Kongra Star li ser jiyana pakrewan Viyan Soran axaftin kirin. Gelek çalakî ji bo salvegera Viyan Soran hat lidarxistin. Jinên tevli bernameya ji bo Viyan Soran bûn nirxandin kirin. Jinan di nirxandinên xwe de soza xwedîderketina li keda pakrewanên azadiyê dan.    'Ji bo azadiyê canê xwe feda kir'   Endama Koordînasyona Kongra Star ya bajarê Helebê Role Mihemed axaftina xwe têkildarî salveger û têkoşîna Viyan Soran kir û wiha got:"Viyan Soran, ji bo ku komploya navneteweyî ku li ser Rêber Abdullah Ocalan hat meşandin vala derbixe agir bi bedena xwe xist. Ji bo hezkirina wê a ji welat û Rêberê xwe re, her wiha ji bo gihandina gelê kurd a ber bi azadiyê ve, canê xwe feda kir."   'Viyan têkoşînek bi nirx meşand'   Têkildarî kesayeta pakrewan Viyan Role wiha dom kir:"Pakrewan Viyan xwedî wêrekiyek  bêhempa bû. Di qada leşkerî de fermandar bû. Li hemberî dijminên gelê kurd tekoşînek pir bi nirx da meşandin û mohra xwe li şoreşa gelan xist. Ji bo valaderxistina komploya navneteweyî çalakiya fedaî kir. Bi saya fedayitiya pakrewan Viyan îro bi hezaran jin cihê xwe di qadên leşkerî û hemû qadan de digirin. Em soz didin ku em ê rêça pakrewanan berdewam bikin. Em ê têkoşîna xwe bilind bikin heya em digihêjin azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan."   'Em ê xwedî li ked û têkoşîna pakrewanan derkevin'   Têkildarî heman mijarê Zeyneb Xelîl jî axaftina xwe ji ajansa me re kir û wiha pê de çû:"19 sal di ser şehadeta pakrewan Viyan Soran re derbas dibe. Pakrewan Viyan Soran ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan canê xwe feda kir û bû mînaka tevahî jinên azad. Heya ku em şopdarê rêça pakrewanan bin divê em xwedî li ked û têkoşîna pakrewanan derkevin."   'Azadiya Rêbertî armanca Viyan bû'   Zeyneb Xelîl da zanîn armanca Viyan Soran azadiya Abdullah Ocalan bû û wiha got:"Di heyva sibatê de komploya navneteweyî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat meşandin. Pakrewan Viyan bi armanca nerazîbûna vê komployê çalakiya fedayî kir û bedena xwe da ber agir. Çalakiya Viyan bi medesta azadiya Rêberê gelan Abdullah Ocalan bû."   'Em ê xwedî li fedayitiya qehremanan derkevin'   Zeyneb Xelîl qala hevokek ji nameya Pakrewan Viyan kir û got:"Nemir Viyan di nameya xwe de gotibû 'Felsefeya Rêbertî ronahiya şevên tarî ye' ya me jî em dibêjin ku agirê canê Viyan bû ronhahiya rêça me. Me navê Viyan Soran li zarokên xwe kir û me ew rê kirin nava refên şervanên azadiya Kurdistanê. Îro keda pakrewanên me ji bo me bû mîrasek. Em ê her li ser riya nemiran têkoşînê bilind bikin. Ji bo xwedîderketina li keda nemirên xwe em ê her xwedî li fedayitiya qehremanan derkevin. Heya em dighêjin azadiya tevahî jinan û di serî de azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan."