Çalakiya Meşa Dirêj di roja 13’emîn de berdewam dike 2025-02-02 18:20:36   NAVENDA NÛÇEYAN- Çalakiya Meşa Dirêj a bi armanca ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çarserî’ a ji bo 26 rojan hate destpêkirin, di roja 13’an de li Drancyê bi coş dewam kir.   Meşa Dirêj ku ku 21’ê Çile de li bajarê Lorîent ê Fransayê destpê kir, bi coş û piştgiriyeke mezin dewam dike.Meşvanên ku di roja 13’an de li pêşiya Gara Drancy li hev civiyan, ji aliyê Kurdistaniyên li bajêr ve hatin pêşwazîkirin.   Meş bi coşeke mezin destpê kir û bê navber dirûşmeyên “Ji Ocalan re Azadî”, "Bijî Serok APO", "Bijî Berxwedana Rojava" û "Bijî Berxwedana Gerîla" hatin berzkirin.Çalakvanan peyamên xwe yên piştgiriyê li kolanên Drancyê veqîrandin.   Meş li pêşiya Şaredariya Drancyê bi daxuyaniyê dewam kir. Di daxuyaniya li ser navê çalakvanan de wiha hate gotin:“Em îro di roja 13’an a çalakiya xwe de ne. Em ji bo tevlîbûn û piştgiriya gelê xwe spasiya wan dikin. Em çalakiyê ji bo azadiya Rêber Apo, azadiya gelê me û Kurdistanê li dar dixin. Em di qonaxa 2’emîn a Pêngava ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî de ne. Armanca me ya yekane ew e ku pêngav encam bigre, şert û mercên azadiyê yên Rêbertiya me pêk were û  pirsgirêka Kurd çareser bibe.”   Di dawiya çalakiyê de banga tevlîbûnê ya ji bo meş û mitînga ku wê 15’ê Sibatê li Strasbourgê bê lidarxistin hat kirin û wiha hate gotin: “Divê hemû gelê me bi mezinkirina vê çalakiyê li Strasbourgê bin.”