'777 zarokî jiyana xwe ji dest dan' 2025-02-02 15:21:39   ENQERE - Navenda Mafên Zarokan FÎSA’yê rapora xwe parve kir û got ku di sala 2024’an de herî kêm 777 zarok ji ber sedemên ku dikariya pêşî lê were girtin jiyana xwe ji dest dane.    Navenda Mafên Zarokan FÎSA’yê “Rapora Sala 2024’an a Mafê Jiyanê ya Zarokan a Tirkiyeyê” parve kir. Di raporê de hate gotin ku piraniya mirinên zarokan ji ber kêmasiya di mekanîzmayên parastinê yên dewletê û di polîtîka û stratejiyan de çêbûne.    Bi domdarî hate gotin ku piraniya mirinên zarokan ji ber xemsariya xebatkarên cemaweriyê yan jî yekser ji hêla hêzên ewlekariyê ve hatine kirin. Hat diyarkirin ku ev rewş nêzikatiya dewletê ya li hemberî parastina mafê jiyanê jî radixe ber çavan.    Hat gotin ku daneyên saziyên fermî diddin tenê xwe dispêrin îstatîstîkan, sedem û xemsariyên rê li ber mirinan vekirin nayên vegotin û rêxistinên civaks sivîl jî di mijara xwegihandina daneyên sîstetamîk û pêbawer de hatina astengkirin.    Li gorî raporê, hinek bûyerên mirinên zarokan ên ji hêla peywirdarên cemaweriyê ve hatine kirin wiha ne:    *Kuştina ji hêla wesayîtê zirxî û hêzên ewlekariyê ve: Li Rihayê Zeynep Eren a 9 salî, li Rihayê wesayîta zirxî ya hêzên ewlekariyê lê da û jiyana xwe ji dest da.    *Mirinên ji ber teqînên mayinan û madeyên teqemeniyê: Li Şirnexê zarokê 4 salî Serdar Dayan di encama teqîna madeyekê de jiyana xwe ji dest da.    Her wiha hate gotin ku 59 zarokan ji ber xemsariya rayedarên cemaweriyê jiyana xwe ji dest dane û zarok li navendên sexbêrkirinê û dema perwerde û xizmeta tenduristiyê digirtin jiyana xwe ji dest dane. Hat gotin ku 8 zarokan dema di çarçoveya MESEM’ê de xebitîn di encama qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 9 zarokên weke karkerên çandiyê yên demsalî dixebitin jî li bajarên cuda jiyana xwe ji dest dane.    Bi domdarî di raporê de bal kişandin ser tundiya ser zarokên penaber û koçber û hate gotin ku di sala 2024’an de 2 zarokên sûriyeyî ji ber êrişên nefretê hatine qetilkirin.    Navenda Mafên Zarokan a FÎSA’yê got ku 77 zarokan di sala 2024’an de ji ber sedemên dikariyan pêşî li mirinan bigirin jiyana xwe ji dest dane û xwest ku berpirsyar bên cezakirin.    Hûn dikarin li ser vê lînkê xwe bigihînin temamiya raporê: