Ozlem Gunduz: Divê statuya gel bê nasîn 2025-02-02 09:03:16   AMED - Cigira Hevserokatiya giştî ya DEM Partiyê Ozlem Gunduz derbarê hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re tên kirin û êrişên li hember Rojava de axivî û got: “Divê êdî li Rojava statuya gelan bê nasîn.”   Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. Gelê sivîl yê li Tişrînê çalakiya nobetê didomînin hedef tên girtin. Heta niha di encama êrişên SÎHA’yên Tirkiyeyê de gelek sivîl hatin qetilkirin.    Cigira Hevserokatiya Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ozlem Gunduz derbarê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re û êrişên li ser Rojava de axivî.   ‘Li ser Kurdan dîzaynkirinek mijara gotinê ye’   Ozlemê got 10 sal berê bi êrişa çeteyên DAIŞ’ê re şerekî mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketiye û got: “Çawa ku beriya 10 salan zîhniyeta çavsor êrişî gel û jiyana li wir kir, îro jî heman zihniyet heman êrişan berdewam dike. Em dikarin bibêjin ku dewletan nikarîbûn li hemberî van êrişan li ber xwe bidin, lê gelên li wir bi pêşengiya jinan berxwedanek ku wê ji cîhanê re bibe mînak nîşan da. Ev şerekî ku bi salan e didome. Ev dîzaynkirina Rojhilata Navîn a modernîteya kapîtalîst e û em encamên vê dîzaynê dibînin. Bi vê yekê re, şer herî zêde li ser herêmên ku kurd lê dijîn tê meşandin. Em dikarin weke şerekî ku welat bi îstismarkirina Kurdistanê zêdetir tê de beşdar dibin pênase bikin. Em dikarin bibêjin ku şer li herêmên ku kurd lê dijîn her ku diçe kûrtir dibe. Dîzaynek li ser kurdan heye. Ev şerê wan welatan e ku hebûna Kurdan qebûl nakin, hebûna wan nas nakin, nikarin piştguh bikin jî. Tirkiye jî di nava vî şerî de ye. "Tirkiye bi awayekî hewl dide ji xwe re parekê bi dest bixe."   ‘Tirkiye dixwaze parê bigire’   Ozlem Gunduz diyar kir ku bi hiştina rêveberiya Sûriyeyê ya ji HTŞ’ê re, zîhniyeta 10 sal berê ji nû ve rû daye û wiha daxuyand: “Desthilatdariya ku di têkoşîna jin, ciwan û hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê de asê maye, di dîzaynkirina Rojhilata Navîn de jî ji bo xwe di lêgerîna rolê de ye. Di desthilatdariyê de rastiyek heye ku dibêje dema ku em di nava tengasiyê de ne, ez çawa dikarim ji vê para xwe bigirim?”   ‘Tevî Kurdan nikare behsa rastiyeke Rojhilata Navîn bê kirin’   Ozlem Gunduz balkişand ser hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re û wiha vegot: “Bertek erênî bûn. Hemû partî û hêzên demokrasiyê erênî nêz bûn. Pisgirêka Kurd êdî her kesî eleqeder dike. Di esasa hemû pirsgirêkan de ev heye. Divê aştiyeke hebe.  Bi salane ev peçûn heye. Ligel vê hewldanên çareseriyê hene. Di vî alî de rola Birêz Ocalan girînge. Vê di hevdîtinand e jî dibêje. Behsa tifaqek stratejîk a gelê Kurd û Tirk tÊkirin. Di sedsala nû de tevî Kurdan nikare behsa rastiyeke Rohilata Navîn û cîhanê bê kirin. Bi israr li ser jiyana wekhev a gelan disekine. Ji bo em bêjin ku pêvajoyek heye divê demildest şert û mercên Birêz Ocalan bên başkirin û wekhevî hebe.”   ‘Divê statuya gelan bê nasîn’   Ozlem Gunduz wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Tişrînê sivîl tên bombebarankirin. Tu Kurd vê qebûl nakin. Ger em behsa parastina mafê Kurdan bikin divê statuya gelên Rojava bên nasîn û destkeftiyên wan bên parastin. Ji bo ev pêvajo veguhere pêvajoya aştiyê divê gavên şênber bên avêtin. Em ê jî têkoşîna xwe mezin bikin bilind bikin.”