Li Sêrtê li dijî qeyûm çalakiya girseyî 2025-02-01 13:01:03   SÊRT -  Li Sêrtê, girse li dijî tayînkirina qeyûm bi dirûşma "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" ber bi şaredariyê ve meşiyan û dû re daxuyanî dan û gotin: "Qeyûm tayînkirina vîna gel e û qeyûm talan e."   Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî ji peywirê hatin girtin û li şûna wan waliyê Sêrtê Kemal Kizilkaya weke qeyûm hate tayînkirin. Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm hatiye destpêkirin didome. Hevşeredarên ku li şûna wan qeyûm hatiyê tayinkirin, Sofya Alagaş, Mehmet Kaysi endamên meclîsê yên şeredariyê, parlamenterên DEM Partiyê û rêveberên sazî û rêxistinan, tevlî meşê bûn.    Girse li kolana Musa Atîk kom bû û heta avahiya şeredariyê bi stran û dirûşmeyan meşiyan. Girseyê pankarta “Qeyûm darbeya li dijî vîna gel e” dinivisî hilgirtin û dirûşmeyên, “Qeyûm talanê berxwedan jiyanê” ,”Bijî berxwedana Îmrali”, “Kurdistan wê bibe goristan ji bo faşiştan” , “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Bimrê koletî bijî azadî”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Girseyê bi dirûşmeyan nerazîbûna xwe anîn ziman û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê şermezar kirin.   Welatiyên derdorê jî bi çepikan piştgirî dan meşvanan. Girse heta şeredariyê meşiya û bi guvendê çalakî bi dawî kir. Girseyê li vir dest bi çalakiya rûniştinê kir. Girseyê piştî çalakiya rûniştinê daxuyanî da û pankarta “Qeyûm darbeya li dijî vîna gel e” hilgirtin. Girseyê bi dirûşmeyên nerazîbûna xwe anîn ziman.   Ewilî hevserokê DBPê yê Sêrtê Mustafa Dayanan axivî û diyar kir ku tayinkirina qeyûm înkara vîna gel e û got: “Qeyûm talan e. Em vî sucî qebûl nakin û şermezar dikin. Ew ji ber ji destkeftiyên kurdan zêde ditirsin, êrişî destkeftiyên me dikin. Em weke gelê kurd vê yekê qebûl nakin. Hûn duh çawa têk çûn dê îro jî têk biçin. Em li hemberî wê serê xwe natewînin. Teqez hûn ê têk biçin.”     Armanca qeyûm dizî ye   Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamuran Tanhan jî gotina şanogerê kurd Bavê Teyar ku di êrişa SÎHAyê de hat kuştin bibîr xist û wiha axivî: “Weke Bavê Teyar dibêje, ‘Em ji we natirsin. Qeyûmê xwelî li ser, em ji we natirsin’. Tu xwelîser e. Heke tu netirsiya tu ye bitene derketina der. Bi salan em bê ehlaqiya qeyûman bêjin naqede. Armanca wan tene dizî ye. Qaşo li Tirkiyeyê hilbijartin û demokrasî heye. We gund şewitandin û welatiyên Sêrtê kuştin. Lê gel dîsa xwedî li vîna xwe derdikeve. Heta dawiyê jî wê li ber xwe bide. Em ê jî ji bo mafê hemû gelan li ser pîyan bin. Dibêjin em aştiyê dixwazin. Lê bi vê durûtiyê aştî nabe. Şêx Saîd dibêje em ê li mahşerê mafê xwe ji wê bipirsin. Lê em mafê gelê kurd nahelin mahşerê. Em ê îro bixwazin.”   ‘Em ê tekoşîna xwe bidomînin’   Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî destnîşan kir ku li dijî polîtikayên dijî kurd ew ê berxwedana xwe bidomînin û got: “Gelê kurd tu car li dijî qeyûm û êrişan serî netewandiye. Hertim li ber xwe daye. Gelê me li her derê li berxwe daye. Li Sêrtê Newala Qasaba heye. Ew der cihê berxwedanê nîşan dide. Îro bi hezaran girtiyên me yên siyasî li ber xwe didin. Birêz Abdullah Ocalan ku di 15ê Sibatê de bi komployeke navneteweyî hat girtin 26 sal in li Îmraliyê li ber xwe dide û îro muhatabe herî sereke ye. Îro li Tişrînê berxwedan heye. Tevî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan, Cîhan Bîlgîn, şanogerê Kurd Bavê Teyar û bi gelek sivîlan jî berxwedan didome. Berxwedana gelê kurd li Îmrali ye heta Kobanê, Tisrinê, Sêrtê û tevahiya welat ew berxwedan yek e. Çawa ku berxwedan ji Îmraliye heta Sêrtê didome, dê Azadiya li Îmraliyê pêk bê jî li Sêrtê belav bibe. Em hevalên çareserî û aştiyê ne. Heta çareseriyê dê têkoşîn bidome. Ji ber wê gotina ‘Berxwedan Jiyan e’ giranbiha ye.”