Li Cizîrê zarokek hat kuştin 2025-02-01 11:26:33       ŞIRNEX- Li Cizîrê di şerê çêbû de zarokekî 17 salî bi kêrê hat kuştin.    Li Taxa Dagkapi ya navçeya  Cizîrê ya Şirnexê di şerê çêdbû de zarokî bi navê Bariş Nas ê 17 salî bi kêrê bi giranî birîndar bû. Bariş Nas ê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê tevî hemû mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest da.   Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.