'Divê em li çar parçeyê Kurdistanê rabin ser piyan' 2025-02-01 09:04:39        AMED - Êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her diçin zêde dibin û bertekên li dijî êrîşan didomin. Welatiyên bi armanca protestokirina êrîşan tên gel hev, bal dikşînin ser girîngiya hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re û wiha dibêjin: “Divê hemû gelê Kurd piştgiriyê bidin Rojava.”    Şerê di 27’ê mijdara 2024’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir bi êrîşên li hember Bendava Tişrînê didome. Bi rojane di encama êrîşên SÎHA’yê yên Tirkiyeyê yên li hember Tişrînê de  bi dehan kes hatin qetilkirin û gelek birîndar bûn. Lê tevî hemû êrîşan çalakiya nobetê ya welatiyên li Tişrînê didome. Ji bajarên Tirkiye û Kurdistanê jî bertekên li dijî êrîşan didomin.   Jinên di 28’ê Çileyê de bi armanca şermezarkirina êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Amedê hatin gel hev ji JINNEWS’ê re axivîn.   ‘Heta Rojava azad nebe em ê têbikoşin’   Ayhan Yildiz da zanîn ku divê piştevanî bê mezinkirin û wiha got: “Em li Rojava vê carê jî mîna Kobanê serketinê hêvî dikin. Em jî ji bo wan tên cem hev. Li vir çend kes werin cem hev jî besî me dike. Heta em sax bin em ê li pişt wan bin. Me bikujin, qetil bikin jî em ê li ber xwe bidin heta ku Rojava bi giştî mîna Kobanê rizgar bibe. Divê em li 4 parçeyên Kurdistanê ji Bakurê Kurdistanê heta Rojava ji bo gelê xwe serî hildin. Werin em li ber xwe bidin da ku moralê wan hîn zêdetir bilind bibe.”   ‘Em ji bo Rojava li vir in’   Sabîha Akkaya jî bi lêv kir ku divê dawî li şer bê anîn û wiha dirêjî dayê: “Bila şerê li Rojava rawestînin. Kuştina xelkê wir bes e. Kurd û Tirk birayên hev in. Kes şer naxwaze. Zirar nedaye kesî û li ser axa xwe dijîn. Çima wan li ser axa xwe serjê dikin? Dibêjin 'Yên li çiyê bila çekên xwe deynin û werin.' Yên li çiyê jî naxwazin çekan bigirin. Ew jî aşitiyê dixwazin. Em îro ji bo Rojava li vir in. Bila ev şerê li Rojava raweste. Divê hemû gelê Kurd jî piştgiriyê bidin Rojava. Serkeftin bi wan re be. Hêvî dikim ev şer bi dawî bibe.”   ‘Divê hemû gel peywira xwe bînin cih’   Menîce Yenî jî wiha vegot: “Ez êrîşên li Rojava şermezar dikim. Ez hêvî dikim ku şerê li wir di demek nêzîk de biqede. Li wir berxwedaneke pir baş heye, birîndar û şehîdên xwe diparêzin. Gelê Bakur û hemû gelên din divê her tiştî bikin. Divê em wan biparêzin, divê her roj dakevin kolanan û van êrîşan şermezar bikin. Divê em sibe û êvarê bixebitin. Ji gelên Kurdistan û Rojava re serketinê dixwazim û ji vir silavên xwe ji wan re dişînim.”   ‘Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye’   Reşehat Ada destnîşan kir ku divê êrîşên li Rojava bi dawî bibin û wiha balkişand ser girîngiya piştevaniyê: “Em dibêjin 'Divê şerê li Rojava û topbaranê bê sekinandin.' Ger ev şer nesekinin em ê wek hemû welatparêzan biçin wir. Ger me dikujin bila me jî bikujin. Em zarokên xwe terk nakin. Li wir canê xwe feda dikin, em li vir rûniştine û wijdanê me ne rehet e. Em piştgirî bidin wan û tank û topên wan rawestînin. Divê êdî ne dayikên leşkeran ne jî dayikên gerîla negirîn. Ez hêvî dikim ku aştî pêk were û mifteya vê aştiyê jî li Îmraliyê ye. Dema ku em wî derî bi vê mifteyê vekin, dê her tişt baş bibe."