Di êrişa li dijî Kobanê de 2 sivîl hatin qetilkirin 2025-01-29 17:59:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa balafireke bêmirov a Tirkiyeyê ya li dijî maleke bajarê Kobanê de 2 kesî jiyana xwe ji dest dan  û yek jî birîndar bû.   Li gorî Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA), di encama êrişê de xwediyê malê jiyana xwe ji dest daye û hevjîna wî birîndar bû. Her wiha kesek din jî jiyana xwe ji dest da.   Navên kesên jiyana xwe ji dest dane wiha ne; Azad Elî Mehmûd û Şêro Meşîd.   Narîman Silêman jî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.