‘Ji bo serketinê nirxên Kurdan wek alav bikartînin’ 2025-01-29 09:03:34        WAN - Rêvebera KURDÎGEH’ê Arîfe Arslan da zanîn ku pergal ji bo biserkeve Gelê Kurd bikar tîne û got: “Tiştên ji bo serkeftinê bikartînin li me qedexedikin. Êrişên çand, ziman û hunera me dikin. Pirtûkên me tên qedexekirin. Nivîskar û hîndekarên me tên binçavkirin û me wek sûcdar nîşan didin.”   Polîtîkayên înkar û îmhayê yên li hember Kurdan didomin. Demek nêz de govend û stranên Kurdî hatin qedexekirin, nivîsên hişyariyê yên Kurdî yên trafîkê hatin paqijkirin. Yek ji parçeya din a polîtîka şer û asîmîlasyone jî nebûna perwerdehiya bi zimanê dayikê ye.   Rêvebera KURDÎGEH’ê Arîfe Arslan der barê êrîş û zextan de axivî.   ‘Li hember zimanê me polîtîkayên şerê taybet didome’   Arîfe Arslan da zanîn ku êrîşên li hember zimanê Kurdî bi salane didomin û got: “Ziman hebûna gel e. Her netewe bi zimanê xwe tên zanîn. Dewlet bi salane zimanê me qedexe dike û êrîşî saziyên ziman û saziyên çandê dike. Polîtîkayên şerê taybet jî bi zimanê me tê meşandin. Perwerdehiya pêşdibistanê dema ku zarokên me tenê 4-5 salî bin tê ferzkirin. Ji ber ku zarok çiqas biçûk bin, ew qas zûtir asîmîle dibin. Li vir armanca sereke ew e ku zarok zimanê xwe yê zikmakî ji bîr bikin û bingeha zimanê xwe deynin. Ji bo vê jî li hemberî zimanê me polîtîkayên şerê taybet tê meşandin. Zimanê me hîn ne zimanê fermî ye. Perwerdeya bi zimanê dayikê nayê kirin. Bi vî awayî dixwazin zimanê me tune bikin. Zimanê me zimanekî dîrokî, kevnar e. Zimanê me yê zikmakî bi sedsalan heye. Niha divê em nehêlin zimanê me asîmîle bibe. Divê em li malê, li kuçe û kolanan û dema kirînê bi zimanê xwe biaxivin. Zimanê me bi nivîskar, helbestvan û dengbêjan heta îro hatiye. Zimanê me bi salan qedexe ye. Lê dîsa jî zimanê me xurt e. Divê em hîn zêdetir li ser ziman bisekinin. Ji ber ku ziman hebûn û nebûna gelan diyar dike. Gelek zimanên ku di nav civakê de heliyane û winda bûne hene. Sedema vê jî ew e ku bi zimanê xwe diaxivin û neteweya wan ji holê radibe. Ji bo vê jî divê em zimanê xwe wek zimanê rojane bi kar bînin.”   ‘Ji zarokatiyê de bê zanîn nayê jibîrkirin’   Arîfe Arslan balkişand ser rola dayikê ya li ser ziman û ev tişt bi lêv kir: “Perwerdehiya bingehîn û ya herî girîng li malê, di nava malbatê de pêk tê. Dayik mamosteya zaroka yekem e. Dayik bi zarokên xwe re bi kîjan zimanî biaxivin, zarok jî wî zimanî hîn dibin. Di zarokatiyê de çi ziman were hînkirin nayê jibîrkirin. Zimanê Kurdî jî zimanekî dewlemend e. Ji bo vê jî divê mirov behsa zarokatiyê bike. Piştre hînbûna dijwartir dibe. Divê em zimanê xwe li her derê biaxivin. Divê zarok bi zimanê xwe biaxivin.”   ‘Ji bo biserkevin me bikar tînin’   Arîfe Arsalan di berdewamiyê de ev nirxandin kir: “Geleknirxên Kurdan, ziman û çanda Kurdan kirine alav.Ji bo bigihêjin serkeftinê nirxên Kurdan wek alav bikar tînin. Mesela ew jî wek me bi zimanê me diaxivin. Ji bo ku ji me re bibêjin 'em jî yek ji we ne' vê dikin. Dibêjin ji zimanê me hez dikin û zimanê me ne qedexe ye. Ji raya giştî re dibêjin 'hûn dikarin bi zimanê xwe biaxivin'. Ger em bi zimanê xwe biaxivin, çima em nikarin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin, çima zimanê me qedexe ye, çima saziyên me bi êrîşan re rû bi rû ne, mamosteyên me çima têne binçavkirin û êrîş kirin? Ya rast ev jî parçeyek ji şerê taybet e. Yanî ji hundir me gulebaran dikin. Ew me ji bo serketinê wekî kevirê gavê bikar tînin. Piştî ku ew bigihêjin armancên xwe, tiştên ku ji bo serketinê bikar anîne qedexe dikin. Êrîşî ziman, çand û hunera me dikin. Pirtûkên me qedexe ne. Nivîskar û mamosteyên me tên binçavkirin û wek sûcdar tên nîşandan. Lê saziyên weke KURDÎGEH bi salan e li ber xwe didin. Berxwedaneke girîng dimeşînin. Berê saziyên me yên bi navên cuda hebûn. Li hemberî wan êrîş pêk hatin, hatin girtin. Hevalên me dîsa şer kirin û saziyên nû vekirin. Perwerdekarên me jî gel şiyar kirin. Niha ciwan, dayik û derdorên me tên û zimanê xwe hîn dibin. Ev lêkolîneke baş e û nîşanî me dide ku saziyên ziman di civakê de pir girîng in.”    ‘Divê em destur nedin zimanê me bê windakirin’   Arîfe Aslan wiha dawî lê anî: “Zimanê me zimanê herî kevnar, herî dewlemend û herî xweş e. Zimanê Kurdî di nav zimanên cîhanê de bû pêncemîn zimanê herî dewlemend. Divê haya me ji vê hebe. Divê em nehêlin zimanê me winda bibe. Divê em dema kirrînê, li malê û di her warê jiyanê de bi zimanê xwe biaxivin. Zimanê me hem hebûn û hem jî tunebûna me ye.”