KNK: Em Rojava biparêzin 2025-01-26 10:28:07   NAVENDA NÛÇEYAN - KNK’ê bi boneya 10'emîn Salvegera rizgariyê ya Kobanê peyamek nivîskî weşand û hate gotin; “Ruhê berxwedanê yê ji Kobanê bilind bû hêviya azadiyê ya Kurdistanê û mirovahiyê ye. Divê destketiyên Şoreşa Rojava bêne parastin û berxwedana Kobanê timî bê bîranîn. Mîna 10 sal beriya niha em bang li gelê xwe, dostên xwe û tevahiya mirovahiyê dikin ku Rojava biparêzin.”   Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyek nivîskî 10'emîn salvegera rizgariyê ya kantona Kobanê pîroz kir. Di daxuyaniya KNK’ê de hate ragihandin ku Şoreşa Rojava ya ku 19’ê Tîrmeha 2012’an destpê kir gihîşt asteke nû û hate gotin; “Kobanê çîrûska destpêkê ya Şoreşa Rojava û ala azadiyê ya li dijî hêzên dagirker e. Gelê Kurd û piştevaniya dostan di 26’ê Çileya 2015’an li dijî DAIŞ’ê bi ser ket û ev serketin serketina rûmeta mirovahiyê ye. Ev serketian dîrokî ne tenê serketineke leşkerî ye, di heman demê de serketina têkoşînekê ye ku bi biryardarî û yekîtiya gelê Kurd hatiye bidestxistin.”   Di daxuyaniya KNK’ê de hate ragihandin ku DAIŞ’ê derba destpêkê ya herî giran li Kobanê xwar û got; “Berxwedana Kobanê weke têkçûna mezin a destpêkê ya DAIŞ’ê derbasî nava rûpelên dîrokê bû. Ev serketin bi hewldanên hevpar ên gelê Kurd û şoreşên Rojava pêk hat. Têkoşîna azadiyê ya ku ji Kobanê destpê kir, Reqa jî di nav de ku DAIŞ’ê ji xwe re weke paytext ragihandibû kir ku gelek herêm bê rizgarkirin. Ev pêvajo bi fedakariya YPG û YPJ’ê, bi piştevaniya gelê Kurd a li çar aliyan û bi piştgiriya hêzên demokratîk navneteweyî bi cih hat.”   Di daxuyaniya KNK’ê de hate bibîrxistin ku Rojava hîn jî bi gefên dagirkeriyê re rû bi rû ye û hate destnîşankirin ku Tirkiye yekser an jî neyekser êrîşî Rojava dike KNK’ê got; “Piştî têkçûna DAIŞ’ê dewleta Tirk yekser berê xwe da Rojava û êrîş kir. Herêmên weke Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê mînakên ji polîtîkayên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê ne. Niha jî êrîş li ser Kobanê û derdora Bendava Tişrînê tê kirin. Lê belê divê neyê jibîrkirin ku parastina Rojava ne tenê parastina gelê Kurd e, di heman demê de parastina tevahiya nirxên hevpar ên mirovahiyê ye.”   KNK’ê diyar kir ku di vê demê de parastina destketiyên Şoreşa Rojava ji her demê bêhtir girîng e û got; “Ruhê berxwedanê yê ji Kobanê bilind bû hêviya azadiyê ya Kurdistanê û mirovahiyê ye. Divê destketiyên Şoreşa Rojava bêne parastin û berxwedana Kobanê timî bê bîranîn. Mîna 10 sal beriya niha em bang li gelê xwe, dostên xwe û tevahiya mirovahiyê dikin ku Rojava biparêzin. Bi vê wesîleyê salvegera serketina Kobanê û rizgarkirina kantonên Rojava careke din pîroz dikin.”