Kampanyaya 'Ji bo aştiyê mîlyonek îmze' li Enqereyê dest pê kir 2025-01-23 18:25:26   ENQERE- Meclisa HDK'ê ya Enqereyê banga xwedîderketina li kampanyaya "Ji bo aştiyê milyonek îmze" li gel kir.   Meclisa HDK'ê ya Enqereyê ji bo ragihandina kampanyaya "Ji bo aştiyê milyonek îmze" ya ji aliyê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ve hatiye destpêkirin li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Çankayaya Enqereyê civiya û daxuyanî da. Endama Meclisa Ciwanan a HDK'ê ya Enqereyê Neval Çaşûrlûk daxuyanî xwend.   Endama Meclisa Giştî ya HDK'ê Belgîn Koç têkildarî nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd wiha axivî: "Em vê pêvajoyê weke deriyekî ji aştiyê re hatiye vekirin dibînin û her firsenda ji bo aştiyê derdikeve holê dişopînin. Em her tim şens dayîna aştiya bi rûmet rast dibînin.”     ‘Ji bo aştiyê berpirsyariya xwe bînin cih’   Endama Meclîsa Ciwanan a HDK'ê ya Enqereyê Neval Çaşûrlûk metna daxuyaniyê xwend û got: "Li Tirkiyeyê di nava 40 salên dawî de ji ber polîtîkayên ewlekariyê herî kêm 3 trîlyon dolar hatiye xerckirin. Ev rewş sedema bingehîn a tunebûna civakî û xizaniyê ye. Pirsgirêka Kurd li benda çareseriyeke demokratîk, aştiyane û civakî ye. Em ê ti carî dev ji parastin û daxwaza aştiyê bernedin. Em bang li hemû derdorên siyasî û civakî, bi taybetî TBMM’ê û welatiyên ku hesreta jiyaneke azad û adil in dikin ku ji bo avakirina aştiyê berpirsyariya xwe bi cih bînin."