Iraq dê bibe pedofîlistan?! 2025-01-23 09:05:35      "Heger têkoşîna li Iraq û Başûrê Kurdistanê ji bo rawestandina pirjinî, zewaca misyar û sîxe û diyardeyên din ên gemar hebûya, wê demê partî û hêzên siyasî yên Iraqê yên kevneperest newêrîbûn qanûnekê ew qasî dij jin, dij demokratîk û dij mirovane derbixin."   Necîbe Qeredaxî   Parlamentoya Iraqê ku bi giranî ereb ji tevgerên şîe û sunnî yên ereb, kurd, tirkmen û aşûrî di nav de ne, em nikarin zihniyeteke demokratîk bibînin ku jinan weke mirovan bihesibîne. Hinek ji wan bi gotinan dixuye ku piştgîrî didin mafên jinan, lê di kirin û siyasetên xwe yên partiyê de jin tenê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî, aborî û bazirganî xemilandina bazara siyaseta otorîter e. Ev cure 'demokrasî' (demokrasiya parlamenî ku tê de hejmareke kêm ji mirovan her çar salan carekê nûnerên xwe li ser sindoqan hildibijêrin) Noam Chomsky jê re dibêje; “genîbûna demokrasiyê” ji kok ve de têk çûye. Parlamento ne rewşê neguherî ne, lê bûye qadeke sipîkirina pereyan ku ji civakê didizin û parastina berjewendiyên hêzên desthilatdar. Ev ne sûçdarkirina hêzên siyasî yên serdest li Iraq û Başûrê Kurdistanê ye, belkî rastiyeke dîrokî ye û ezmûneke tal e ya hemû rengên civakên Iraqê, bi taybetî jinan e, di 35 salên borî de li Başûr û 22 salên borî li Iraqê ye.   Guhertina Qanûna Rewşa Kesane ya Hejmar 188 mînakek e vê rastîyê tal e. Di 24'ê Tebaxa 2024'an de yasaya Rewşa Kesayetî ya Iraqê ya hejmar 188 a sala 1959'ê hat xwendin. Guhertina ku doh hat qebûlkirin, destûrê dide keçên neh salî ku bizewicinin. Tevî ku hejmarek ji jinên Kurd û pêkhateyên din ên Iraqê bertek nîşanî vê yasayê dan û daxwaza derxistina yasaya dijî tundûtûjiya nav malbatê û dabînkirina parastina yasayî ji bo jin, zarok û malbatan kirin, lê di nebûna proje yasayeke demokratîk û dengekî bilind û yekgirtî de, ev qanûna sosret hat qebûlkirin.    Di van mehên borî de, Hevpeymaniya 188 ya Iraq û Herêma Kurdistanê, ku yekser piştî nûçeya guhertinê hat avakirin, nerazîbûnên xwe ber bi saziyên navdewletî yên weke Parlamentoya Ewropayê ve bir. Parlamentoya Ewropayê derbarê mijarê de hişyarî da Iraqê. Lê belê qanûn hat erê kirin. Derxistina vê yasaya bi jimare 188, rê li binpêkirinên cidî yên mafên zarok û jinan digire û hema hema atmosfera jiyana civakî ya Iraqê diguhere û dike civakek ku bi navê zewacê destavêtina zarokên keç vedike û destavêtin û heta pedofîliyê jî fermî dike.   Îraq ne tenê welat e ku vê qanûnê bi kar tîne, lê Îran jî xwedî heman qanûnê ye. Tevgerên Şîe û Sûnî ku hezar û 400 sal in ji ber nakokiyên desthilatdariyê xwîn ji civakên Rojhilata Navîn diherikînin, bi zihniyeta mêranî û dewletê re di nava tifaqeke gemar de, bin navên şerîtê de nirxê herî hestiyar ê civakê ku zarok  in, bin pê dixin. Guhertina vê qanûnê ne tenê pîvaneke hiqûqî ye ku bandorê li tevahiya jiyana civakî ya civakê dike, di heman demê de xeteke eşkere ya kevneperest a li dijî nirxên şoreşa jinê ya li Rojhilata Navîn û cîhanê a ku jinên kurd pêşengiya wê dike û hem her roj dibin şahîdî kêliyên bi coş û avakar û berxwedêr ya vê şoreşê.   Heger têkoşîna li Iraq û Başûrê Kurdistanê ji bo rawestandina pirjinî, zewaca misyar û sîxe û diyardeyên din ên gemar hebûya, wê demê partî û hêzên siyasî yên Iraqê yên kevneperest newêrîbûn qanûnekê ew qasî dij jin, dij demokratîk û dij mirovane derbixin.   Dê gavên pêşeroj çi bin?   Divê jin û heta mêrên azadîxwaz (eger hebin!) pêkanîna vê qanûnê bikin hincet ji bo şoreşeke zihnî û demokratîk. Bi ser de jî, bingehên şoreşa jinan li Kurdistanê, derfetên mezin ji bo jinan li Iraq û Rojhilata Navîn vekiriye ku têbigihêjin û fêr bibin ka çawa dikarin bibin aktorên siyasî û civakî yên bihêz û nebin amûrêke têrkirina xwestekên mêrên pedofîl.   Hêzên navneteweyî yên serdest guh nadin jiyana civakî ya jin û zarokan. Em bûn şahidê rewşa jinên Afgan ên ku ji ber rehmeta hêzên fanatîk ên Talîbanê hatin hiştin. Jinên Afganî êdî dixwazin jinên kurd fam bikin û fêr bibin ka bingeha vê şoreşa civakî, zihnî û demokratîk çi ne. Vegera hêza civakê û xwe birêxistinkirinê tekane çareserî ye ji bo têkoşîna li dijî zihniyeta ku jin, keç û zarok jî weke mal û milk û xerîzeyê dibine. Ev şoreş wê bi hêza civak û jinê pêk were. Derxistina vê qanûnê bese ji bo rabûna qiyametê.    Dest ji axaftinê berdin ku hûn bi kîjan nêrînên olî, îdeolojîk û siyasî bawer bin, hûn çawa dikarin bihêlin keçeke neh salî bê zewicandin, çi keça we be, çi keça cîranê we be, çi keça xizmeke we be? Tu dikarî çi bikî ? Ji bo her kesê ku ji azadî, wekhevî û edaletê bawer dike dive pir bi baldarî, bi lezgînî û ji nû ve fikirînê û ketine tevgerê bike karê xwe ya yekemîn di dijê vê yasayê û bike destpêkeke ji bo avabûnên nû.