Li Hatayê pirsgirêkên bingehîn nayên çareserkirin 2025-01-23 09:03:21        Pelşîn Çetînkaya   HATAY - Mexdûra erdhejê Meryem Kutlu li Dîkmeceyê di konteynirê de ligel pirsgirêkan hewl dide ku jiyana xwe bidomîne û wiha axivî: "Pirsgirêkên elektrîk, tenduristî û veguhastinê qet neqediyan. Her wiha pêdiviya me bi piştgiriya psîkolojîk heye. Em hîna jî travmayê dijîn. Pêwîste dewlet bikeve nava tevgerê. Em tevî vê travmayê hewl didin ku bijîn."    Pirsgirêkên ku piştî erdheja 6'ê Sibatê rû da, her roja ku derbas bû bêtir li ser jinan bû bargiraniyek mezin. Kesên ku hîn jî di konteyniran de dijîn bi pirsgirêkên mezin re rûbirûne. Pirsgirêkên ku divê ji hêla dewletê ve bên çareserkirin tên piştguhkirin. Mexdûrên erdhejê û bi taybetî jî jin hewl didin ku bi derfetên xwe pirsgirêkan çareser bikin lê têr nake.    Mexdûra erdhejê Meryem Kutlu li Dîkmeceyê di konteynirê de hewl dide ku jiyana xwe bidomîne. Derbarê jiyana xwe û pirsgirêkên ku dijî de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.   'Em li bendê bûn ku roj derkeve û lê roj qet derneket'   Meryem Kutlu, diyar kir ku malbata wê ji erdhejê gelek mexdûr bûne û tevî ku nêzî 2 sal derbas bûne jî hê jî di bin bandora erdhejê de ne û wiha got: “Dema erd hejiya ez û hevjînê xwe bi du zarokên xwe re li mala xwe ya Dîkmeceyê bûn. Em bi zorî li malê derketin. Piştî ku em derketin dîwar teqiyan û em bi saetan li ber baranê man. Em dibêjin ku ne mimkûn e ku mirov wê kêliyê rave bike an jî vebêje, lê tenê yên ku wê dîtibin wê zanibin. Em bi saetan li benda hatina sibê bûn. Bi zarokan re di bin baranê de şil dibin. Li kêleka mala me cihekî biçûk hebû ku dê me ji baranê biparêze û me xwe li wir girt. Dû re xwişkên min, cîranên min, her kes hatin cihê me û em hemû li wir li bendê bûn ku roj derkeve û roj qet derneket. Piştî derketina rojê, me fêm kir ku çi felaket çêbûye. Me hewl da ku bi telefonê xwe bigihînin hezkiriyên xwe, yên li derveyî bajêr, xizm û hevalên xwe yên li navendê dijîn. Me bi tu awayî nikarîbû xwe bigihanda wan, an jî dema ku me bigihanda, me tenê ji hin peyvan fêm kir û şebek bi tevahî hilweşiya bû. Bi tevahî ne mimkûn bû ku em bi hev re têkilî daynin. Heta îro jî em û zarok bi dengek biçûk, erdhejek, an qutbûna elektrîkê re ditirsin."    'Kesî li pirsa me ne kir'    Meryem Kutlu diyar kir ku di qonaxên ewil ên erdhejê de tu kesî alîkariya wan nekiriye û wan hewl daye ku bi hêza xwe wê pêvajoya dijwar derbas bikin û wiha nêrînên xwe anî ziman: “3 rojên destpêkê jî me ji kesî xeber negirt. Em li gund dijîn, kes nehat û neçû. Ne cendirme û ne jî gel hatin alîkariyê. Me got, çi dibe? Bi îmkanên xwe me li ber malê çadirek ava kir, têra 3-4 malbatan kir. Em bi dorê di kon de razan. Ji ber ku cihê razanê tune bû, em ditirsiyan, em ketin nav xaniyên hişk, me alavan girtin û dest bi çêkirina xwarinê kir. Piştî wê helîkopterek berê xwe da. Ji me re xwarin, şîr, pel û destmal ji hewayê avêt û çû. Tiştê ku piştî sê rojan qewimî ev bû, me hîna jî nikarîbû fêhm bikin. Hema berî ku min ew fêhm bikira û bi rastî nizanibûm çi tê serê bajêr, tiştek weha hat. Kesî bi me re têkilî daneynî. Em bi derfetên xwe çend mehan di konekî de man. Paşê, her kesî, eger îmkana wan hebûya, li tenişta mala xwe yan jî li bexçeyê xwe çadirek çêkir. Min û hevjînê xwe piştî 5-6 mehan me bi derfetên xwe konteynirek peyda kir û em di wê konteynerê de bi cih bûn. Tiştekî tirsnak e ku 4 kes li cihekî wisa biçûk bi zarokan re bijîn. Hem ji aliyê psîkolojîk û hem jî ji aliyê fizîkî ve me hilweşand. Ji ber ku di wê qada teng de xwendin, xwarin û paqijkirina zarokan pir zehmet e.”   Di konteynirê de ezmûna dijwar a jinan    Meryem Kutlu destnîşan kir ku di wê serdemê de pirsgirêkên mezin hebûn û herî zêde jin rastî van pirsgirêkan hatin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber ku em ji paqijî, xwarin û lênêrîna zarokê berpirsiyar in. Em ji her tiştî berpirsiyar in. Bi ser de jî me berê erdhejek dît. Psîkolojiya me xirab bû. Niha zarok diçin dibistanê, westayî vedigerin. Pirsgirêka wan a xwarinê heye. Bav ji kar hatiye û dixwaze bêhna xwe bide. Televizyonek piçûk heye, wek nimûne, ew dixwaze televîzyonê temaşe bike, lê zarokên wê jî neçar in ku dersên çêkin. Tu nikarî ji hevjînê xwe re jî tiştekî bibêjî. Hûn dizanin, yek-du kes tên û dixwazin me bibînin lê cih nîne. An jî kesek tê îcar zarok nikarin dersên xwe çêkin. Ji xeynî wê em û zarok, li heman cihî radizên. Gelek jinên li derdora min bi vê pirsgirêkê re rû bi rû ne."   'Ji ber ku cîhê min tine ye ez xwe pir kêm hîs dikim'   Meryem Kutlu, daxuyand ku berê xaniyê wê yê du qat hebûye û got: "Beriya erdhejê avahiyeke min a du qatî û baxçeyekî min ê mezin hebû. Jiyaneke me ya aram, bextewar hebû. Hem ji bo zarokan hem jî ji bo me qadeke taybet hebû. Dikaribûn derkevin derve û li derve bilîzin. Niha di konteynerê de cîhê min ê taybet tune. Ez xwe dibînim ku her roj bêtir bêbext dibim. Ez xwe dibînim ku hêrstir û êrîşkartir dibim. Pir caran, ez vê yekê li ser malbata xwe jî nîşan didim. Hevalê min ê herî baş di konteynerê de dimîne û niha bi nexweşiyê ketiye û psîkolojiya wî bi tevahî xirab bûye."    'Em hê jî vê travmayê dijîn'   Meryem Kutlu, anî ziman ku ji 7 salî heta 70 salî her kes, ji her temenî pêdiviya xwe bi her tiştî heye û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Xwezî hîn zêdetir lêkolînên derûnî ji bo jin û zarokan bûna. Piştî erdhejê hinek kes hatin, lê 2-3 mehan carekê tên. Ew jî pir kêm e, têra her kesî nake. Pêdiviya me bi piştgiriya psîkolojîk heye. Em hîna jî wê tramwayê dijîn. Ji bo ku ev yek ji holê rabe û bi ser bikeve, pêwîste dewlet hinekî din jî bikeve nava tevgerê. Ev her tim daxwaza min a herî mezin bû. Ji ber vê yekê em tevî vê travmayê hewl didin ku li jiyanê xwedî derkevin û têbikoşin. Çend cih hene ku jin dikarin destekê wergirin, lê ew kêm in. Ji bo piştgiriya derûnî û perwerdehiyê çend cih hatine vekirin, lê çûnûhatin tune. Wesayîta her kesî nîne, otobusan nû dest bi xebatê kirine. Ne jin ne jî ciwan nikarin biçin cihekî. Kesên ku wesayîta wan tune ye, dibe ku tevahiya rojê ji taxa xwe derkevin û biçin cihekî."   Elektrîk-tenduristî-veguhastinê… pirsgirêk qet naqedin   Meryem Kutlu, diyar kir ku pirsgirêkên ku roj bi roj mezin dibin jiyanek nahêle û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pirsgirêka me ya herî mezin ew e ku hê jî elektrîk nîne. Ez ji mala ku nû li TOKÎ'yê ji me re derketiye têm. Em hewl didin ku li wir bi cih bibin. Elektrîk li vir caran ji tevahiya rojê nayê. Carinan bi şev heta sibê nayê. Jixwe tirsa me ji tariyê heye. Ez jî êdî nikarim di tariyê de razêm. Qutbûna elektrîkê jiyana me felc kiriye. Her wiha perwerdehî û tenduristiyê jî felc dike. Nexweşxaneyek ava kirin, lê ji ber elektrîkê û pirsgirêka girêdana înternetê ya li nexweşxaneyê pergala tenduristiyê tê astengkirin. Em nikarin lênerîna tenduristiyê ya rast bistînin. Ma ev qutkirina elektrîkê bi rastî ji bo îşkencekirina me ye? Ev e ku ew xuya dike. Em di konteynerê de bi sobeya elektrîkê xwe germ dikin. Bi rastî em nikarin xwe germ bikin, em dicemidin. Em li malê tim qat kincan li xwe dikin."