Ji bo Rojava Bang: Dawî li Êrîşan bînin 2025-01-21 16:17:28       WAN - Di daxuyaniya ku bi beşdariya partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên Wanê hat dayîn de, êrîşa dewleta Tirk û çeteyên SMO yên girêdayî wê  li dijî Rojava û sivîlên li Bendava Tişrînê nobetê digirin, banga "Êrîşan rawestînin" hat kirin.    Li Wanê têkildarî êrîşên Tirkiye û çeteyên SMO yên girêdayî wê yên li hemberî Rojava û nobeda li Bendava Tişrînê ya ku bênavber didome de daxuyaniyeke ji çapemeniyê re hat dayîn. Di daxuyaniya li ber avahiya bajêr ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partîî) pankartên “Em aştiya bi rûmet diparêzin, êrîşên li dijî sivîlan şermezar dikin” û “Rojava ya me ye, em ji bo Rojava dimeşin” hatin vekirin. ." Di daxuyaniyê de dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî berxwedana Rojava" hatin qîrîn, her wiha Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY DER), Tevgera Jinên Azad (TJA) DEM Partî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ,  Meclisa Dayikên Aştiyê, Meclisa Ciwanên a DEM Partiyê û Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Uçar û gelek kes tevli bûn.   'Gelê Kurd yek dil, yek ruh e'   Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gonûl Uzunay di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku bi salan e li Sûriyeyê gelek komkujî pêk tên û gelê Kurd bi berxwedana li dijî van komkujiyan têkoşîna xwe nîşan daye. Gonul Uzunay got, “Sedsal berê li ser kaxezê gelê Kurd û Kurdistanê parçe kirin. Lê gelê Kurd yek dil, yek ruh e. Îro gelê Kurd li hemû cîhanê xwedî li gelê Rojava derdikeve. Yên ku dest ji aştî û wekheviyê berdidin divê pêşî li Rojava binêrin. Yên aştî û wekheviyê  dixwazin îro bi Rojava re bi ceribandina herî mezin re rû bi rû dimînin. Rojava ji bo wan îmtîhanek e, ger di vê îmtîhanê de bi ser nekevin, gelê Kurd destê dirêjkirî yê xuh û biratiyê samîmî nabîne. Çawa ku gel li hemû cîhanê nasname û mafên xwe diparêzin, gelê Rojava jî wê nasnameya xwe biparêze. Divê demildest êrîşên li Rojava û derdora Bendava Tişrînê bên rawestandin. Em careke din êrîşên ji vir tên kirin şermezar dikin û banga rawestandina êrîşan dikin.  Pêwîste gelê Kurd ji her demê zêdetir bibe yek.    ' Em ê li dijî komkujiyan dengê xwe bilind bikin'   Zulkuf Uçar jî destnîşan kir ku gelê Kurd gelê herî berxwedêr ê Kurdistan û Tirkiyeyê ye û got, “Gelê Kurd gelê herî polîtîk ê Rojhilata Navîn e. Yên ku li ser vê yekê l gelê Kurd tawanbar dikin, yên ku heta niha demokrasî û aşitî neparastine, yên ku xwe dûr dixin bila dest ji hedefgirtina gelê Kurd û DEM Partiyê berdin. Peyama ku birêz Abdullah Ocalan piştî demeke dirêj parve kir, hêviya aştiyê ya bi milyonan mirovan zindî kir. Lê yên ku vê hêviya aştî û demokrasiyê pir zêde dibînin, qetlîamên xwe yên li Rojava didomînin. Yên ku dixwazin vê hêviya aştiyê bişkînin, li welat polîtîkayên xwe yên qeyûm didomînin.  Herî dawî duh 6 xebatkarên çapemeniyê yên li rastiyê digerin hatin girtin. Em ji vir wan bi rêzdarî silav dikin. Helbet me qetlîamên li Rojava ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin. Em ê li dijî komkujiyên ku her roj diqewimin dengê xwe bilind bikin."   Daxuyanî bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.