Li Enqerê qeyûm hatin şermezarkirin 2025-01-14 20:31:34   ENQERE – Hêzên Ked û Demokrasiyê li dijî girtina Hevşaredarên Akdenîzê û tayînkirina qeyûman li şûna wan hatin cem hev û tayînkirina qeyûman protesto kirin.   Bertekên li ser tayînkirina qeyûm a Şaredariya Akdenîz a Mêrsînê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasıyê (DEM Partî) de berdewam dikin. Li Enqereyê, Hêzên Ked û Demokrasiyê li Kolana Sakaryayê hatin cem hev û têkildarî tayînkirina qeyûman daxuyanî dan. Parlamenterê DEM Partıyê  yê Colemêrgê Onur Duşunmez, Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Em ê bi berxwedanê li dijî tinekirina îradeyê bi ser bikevin" hat vekirin û dirûşmên "Ew wê derkevin, em ê bimînin" hatin berzkirin. .   Li ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê Rêveberê Bajarê Enqereyê Umut Kocabıyik daxuyanî xwend.   'Em jiyana wekhev û bi rûmet diparêzin'   Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hikûmetê bi talîmatên siyasî dest daniye ser şaredariyên ku nikare wan bi rêve bibe û wiha hat gotin: “Em jiyana wekhev û bi rûmet di nava aştiyê de diparêzin û li vir bang dikin ku divê di zûtirîn demê de vîna hilbijêran bê naskirin. Divê demildest darbeya siyasî ya li şaredariyên Akdenîz û Beşîktaşê bê bidawîkirin. Şaredarî yên gel in û nayên desteserkirin.”   Şaredarî yên gel in, qeyûm dê biçin'   Parlamenter Onur Duşunmez ku piştre mafê axaftinê girt, diyar kir ku vê pêvajoyê li Colemêrgê dest pê kir û bi qeyûmê tayînî Şaredariya Akdenîzê hat kirin berdewam kır. Onur Duşunmez wiha berdewam kır,” Şaredariyên me yên hilbijartî tavilê îade bikin û dest ji van manîpulasyonên siyasî yên ku hûn dixwazin dîzayn bikin, berdin. Şaredarî yên gel in, qeyûm dê biçın. “