‘Ger aştiyê dixwazin divê li gorî rêgez û pîvanên serokatiya me tevbigerin’ 2025-01-02 09:05:16   Oznur Deger   MÊRDÎN - Jinên çalakiya nobetê ya sînorê Qamişlo ziyaret kirin nobet û hevdîtina Îmraliyê nirxandin û wiha gotin: “Ji ber ji Rojava ditirsin hedef digirin. Ji hêza jinê şoreşa jinê ditirsin. Li dijî van êrîşan divê em bibin yek û serî hilbidin. Ger aştî bihata xwestin wê pêşniyar û rêgezên serokatiya me pêk bianiyana. Li aliyekî hevdîtinan dikin li aliyê din şer dikin. Divê serokê me azad bibe. Rojava dilê me ye.   Çalakiya nobetê ya li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li sînorê Qamişlo hat destpêkirin sê hefte li pey xwe hişt. Piştgiriyên ji bo çalakiya nobetê ya li dijî êrîşên Tirkiye û SMO yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin, didomin. Jinên tevli çalakiyê bûn diyar kirin ku divê demildest êrîş bidawî bin.   Jinên ji Êlihê çûn serdan anobetê, balkişandin ser hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re û got divê demildest azadiya Abdullah Ocalan pêk bên û dawî li êrîşan bê anîn.   ‘Ji bo şer bidawî be em berxwe didin’   Şukriye Îlçîn ya ji Êlihê hat serdana nobetê got ji bo şer bidawî be hatine tevli çalakiyê bûne û got: “Ji ber ku em kurd in û ji bo serokê me azad bibe em li vir in. Em dixwazin şer bi dawî bibe û aştî pêk were. Dijminatiya me dikin, dixwazin Kurdek li ku be bimire. Bi serokê me re hevdîtinek pêk hat. Em dixwazin ku ew di zûtirîn dem de azad bibe. Ji bo şer bi dawî bibe em li ser sînor li ber xwe didin.”   ‘Axa Rojava zêrîn e’   Halîme Îmîr jî bi lêv kir ku ew aştiyê dixwazin û ji ber vê hatine sînor û got: “Zarok û sivîl tên qetilkirin. Neheqiyek mezin tê kirin û gelê li wir neçarî koçberiyê tê kirin. Em şer naxwazin, em yekîtî û hevgirtinê dixwazin. Çi derdê zarokan heye? Em aştî û yekîtiyê dixwazin. Axa Rojava zêr e. Loma jî naxwazin kurd li wir bijîn.”   Halîme Îmrîr wiha dawî lê anî: “Em dixwazin bi serokê me re pêvajoyek nû dest pê bike. Bila bi wî re li ser masê rûnin. Em dixwazin serokê me azad bibe. Li aliyekî ji vir êrîşî me dikin, li aliyê din jî êrîşî Rojava dikin. Ji ber ku asê mane serî li serokkomar didin. Ka em binêrin kîjan dewletê zulmeke wiha kiriye? Her dewlet di dawiyê de digihîje aştiya navxweyî. Em rastî neheqiyeke mezin tên. Serokê kîjan gelan li cîhanê di girtîgehê de ye? Em dixwazin tecrîd di zûtirîn demê de bê şikandin û serokê me azad bibe.”   ‘Ji şoreşa jinan ditirsin’   Salîha îmen jî got bi armanca piştevaniya gelê Rojava hatine tevli çalakiya sînor bûne û wiha bi lêv kir: “Em ji bo aştiyê ji Êlihê hatin vir. Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat em hemû yek in. Dilê me bi hev re diêşe. Çiqas hewl bidin me parçe bikin jî em yek in. Her çiqas em bûne çar perçe jî dilê me yek perçe ye. Dilê me bi hev re ye. Divê em hemû bibin yek û li dijî van êrîşan rabin ser piyan. Divê em çalakî û meşên cuda li dar bixin. Ji ber ku Rojava ditirsin dikin hedef. Ji hêza jinê û şoreşa jinê ditirsin. Rojava dilê me ye. Ji bo wê divê em rabin ser piyan.”