ROJEVA 02'YÊ ÇILEYA 2025'AN 2025-01-02 09:00:00     * Kordînatora SAMER’ê Yuksel Genç da zanîn ku di 24 salan de întîxar zêde bûne û got: “Întîxar pirsgirêkek kesayetî ye, bandora krîzên civakî ye. Ev jî nîşaneya pisgirêkên sîstematîkin. BI DÎMEN    *Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina di 2013’an a bi heyeta Îmraliyê re kir, pêşniyarên çareseriyê yên anîbû ziman rojevîbûna xwe îro jî diparêzin.   *Jinên çalakiya nobetê ya sînorê Qamişlo ziyaret kirin nobet û hevdîtina Îmraliyê nirxandin û wiha gotin: “Ji ber ji Rojava ditirsin hedef digirin. Ji hêza jinê şoreşa jinê ditirsin. Li dijî van êrîşan divê em bibin yek û serî hilbidin. Ger aştî bihata xwestin wê pêşniyar û rêgezên serokatiya me pêk bianiyana. Li aliyekî hevdîtinan dikin li aliyê din şer dikin. Divê serokê me azad bibe. Rojava dilê me ye. BI DÎMEN    *Komeleya Jinan a Rosa bertek nîşanê girtina produksiyona Kompanya Gizîngê Berbeyan da. Li ser navê Komeleya Jinan a Rosa Berfîn Plat axivî û got: “Em ligel şîrketa produksiyona Kompanya Gizîngê Berbeyan e. Em bang li rayedaran dikin ku demildest ji vê biryara xwe vegerin.”