Navenda Jiyanê ya Jinan a Seravê hat vekirin 2024-12-31 14:42:30   WAN - Li navçeya Serava Wanê “Navenda Jiyanê ya Jinan a Seravê” hat vekirin.   Navenda Jiyanê ya Jinan a Seravê bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Şaredariya Seravê ve  hat vekirin. Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tevgera Jinên Azad (TJA) ên navçe û bajêr û gelek kes tevlî bernameya vekirinê bû.    Hevşaredara Seravê Fîlîz Ozturk, di bernameyê de axivî û got dê ji bo jinan xebatên cuda bidin meşandin.    Seroka Kooperatîfa Xebat û Hilbêrîna Berhemên Cotkariyê ya Wanê Caziye Duman jî destnîşan kir ku ji sala 2019'an heta niha dixebitin û dê xebatên xwe jî berdewam bikin.   Hevseroka DBP'ê ya Wanê Gunul Uzunay jî bal kişand ser Navenda Jiyanê ya Jinan û da zanîn ku bi tayinkirina qeyûman destkeftiyên jinan tê xespkirin lê dê jin her bi xwetên xwe bibin dengê jinan.    Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî di bernameyê de axivî û da zanîn ku her destkeftiyên jinan tê hedef girtin û lê jin dê bi têkoşîneke bi rêxistinê berxwedana xwe bidomînin.