Li ser sînorê Kobanê nobet 8 roj in didome 2024-12-30 14:15:28       RIHA - Çalakiya nobedê ya ku li ser sînorê Pirsûs-Kobanê li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin di roja 8'emîn de ye.    Çalakiya nobedê ya li navçeya Pirsûs a Rihayê ya li ser sînorê Kobanê, li dijî êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat destpêkirin, 8 roj in didome.    Çalakiya nobetê ya bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar, hevşaredarên DEM Partiyê, nûnerên DEM Partiyê û DBP’ê yên bajaran dest pê kir. Nûnerên saziyên sivîl, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û gelek kes beşdarê nobeta îro bûn.    Girse serê sibê derbasî qada nobetê bû û bi tilîlî û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” dest bi nobetê kir. Tevî hewaya sar û baranê jî girseya gel li dora agirê ku pêxist nobeda xwe didomîne.   Girse wê di saetên pêş de li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke çapemeniyê bide.