Li Rojnamegerên hatin giritn lêgerîna tazî hat kirin 2024-12-24 13:16:52     STENBOL - Parêzer Eren Keskîn a ku çû serdana rojnamegerên jin ên di çalakiya ji bo şermezarkirina rojnamegerên hatin qetilkirin de hatin girtin, diyar kir ku li rojnamegeran lêgerîna tazî hatiye kirin.    Di çalakiya ji bo rojnameger Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn ên dema geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûryeyê dişopandin ji aliyê SÎHA'yên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin de rojnameger Gulîstan Dursun, Pinar Gayip 'u Serpîl Unal  Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Parêzer Eren bi rojnamevanên jin Gulîstan Dursun, Pinar Gayip û Serpi Unal ên hatin binçavkirin, hatin giritn û şandin Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê. Eeren Keskîn a ku serdana Rojnamegeran kir, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal  da zanîn ku li rojnamegeran lêgerîna tazî hatiye kirin.   Eren Keskîn di peyama xwe de wiha got: “Beriya daxuyanî bê dayîn  hatin binçavkirin, pêşî ji sala 2911’an hatine girtin û piştre ev sûc kirine propagandaya rêxistinê. Li rojnamegeran tundî hatiy û bi saetan di bin çavan de hatin girtin û destên wan li pişt wan kelepçe kirin. Li ber deriyê girtîgehê lêgerîna tazî li wan hatiye kirin.  Rojnamegeran diyar kir ku ew başin û gotin ku girtina wan ne girîng e divê qetilkirina Cîhan û Nazim di rojevê de bimîne.”