Li navenda Jiyana Berastengdaran a Mûsa Anter şahiya zarokan 2024-12-04 11:21:43     NAVENDA NÛÇEYAN - 3'ê Berfanbarê Roja Berastengdaran a Cîhanê bi beşdariya xwendekarên li Navenda Jiyana Berastengdaran a Mûsa Anter ya Şaredariya Peyasê, berastengdarên lê  dixwînin bi bi malbatên xwe re beşdarî şahiya ku hat li dar xistin bûn û bi çalakiyên cihêreng pîroz kirin.   Bi boneya 3'ê Berfanbarê Roja Berastengdaran a Cîhanê li Navenda Jiyana Berastengdaran a Mûsa Anter a ku di bin banê Gerînendetiya Çand û Xizmeta Civakî de dixebite, bi beşdariya xwendekar û malbatên wan şahiyek hat li darxistin. Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar jî beşdarî şahiyê bû. Di şahiyê de axaftinek kir û got: “Em wekî şaredarî xizmeta ji bo beşên dezavantaj, ji bo jiyana wan hêsantir bikin, çi ji destên me bê, em ê pêk bînin.”    Rûkeniya li ser rûyê berastengdaran dabû der, hêjayî dîtinê bû. Şahî bi dayîna konsereke muzîkê û pêşbirkên cuda yên di navbera zarokan de bi dawî bû.