Dayika Aştiyê Havva Kiran: Bila ji vî şerî re bêjin ‘Bes e’ 2024-12-04 09:04:23     AMED - Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran der barê êrîşên Tirkiye û hêzên paramîlîter yên girêdayê wê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de axivî û got di van êrîşan de berjewendiya dewletan heye û got divê nakokiyên der barê Abdullah Ocalan de bên rakirin.   Êrişên Tirkiye û hêzên paramîlîter yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Ji 27’ê Mijdarê heta niha êriş didomin û zarok, jin û sîvîl hedef tên girtin û qetilkirin. Li herêmê tevger didome. Bi dehezaran penaber koçî cihên ku rêveberiya xweser a demokratîk kiriye dikin.   Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Havva Kiran der barê êrîşan de axivî.   ‘Bi nakok tevdigerin’   Havva Kiran gotinên serokê giştî yê MHP’ê yên 22’yê Mijdarê de anîbûn ziman yên wekê ‘Bila Abdullah Ocalan bê li meclîsê li ser navê DEM Partiyê biaxive’ bibîr xist û wiha got: “Ev hemû xapînok in. Gotinên wî ne samîmiye. Ketine krîzê, bi nakok tevdigerin. Çima heta îro sekinîn. Ger ku îro radibin wisa dibêjin xuyaye tiştekî din di vir de heye. Ez bang li hemû kesî dikim. Em wek Şêx Saîd, Seyîd Riza, Qazî Mihemed tevbigerin. Bila me nexapînin. Ev 6 sale ne malbat û ne parêzeran nikaribûn bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Ev hemû nakokî ne. Di qanûnê de cihê vê tuneye. Bi ser Kurdan de bi çekên NATO’yê agir dibarînin. Çiyayên Kurdan dişewitînin. Bi destê çeteyan êrîşê Rojava dikin. Ji Rojava bigirin heta Halep û Şamê êrîş dikin.”   ‘Ev hovîtî li hemû mirovahiyê tê kirin’   Havva Kiran destnîşan kir ku Amerîka û Rûsya li dijî şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  bêdenge û sedema vê jî berjewendiyên wan e. Havva Kiran ev tişt bi lêv kir: “Em bang li netew dewletan dikin. Ji hemû dewletan zarokên wan ji bo Kobanê tevlibûn û şer kirin şehîd ketin. Xwîna zarokên welatên biyanî li Rojava rijiya. Îro em dayikên aştiyê bang dikin. Bila destê xwe bixin bin kevir. Ev şer li dijî qanûn û hiqûqê ye. Em vê qebûl nakin. Zarokên me jî li wir şehîd ketin. Rihê seferberiyê li wir ava bû. Li wir herêma tampon heye. Divê Amerîka û Rûsya wir biparêze. Lê deng ji wan dernayê. Berjewendiyên wan mijara gotinê ye. Ji bo berjewendiyên wan xwîna zarokan dirije. Ev hovîtî li hemû mirovahiyê tê kirin. Em bêdengiya cîhanê şermezar dikin.”   Havva Kiran di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku êrişên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê asta wê ya stratejîk de ye û wiha bidawî kir: “Rojva cihê petrolê ye. Hemû cîhan li ser petrolê dijî. Petrola Rojava bisekine wê jiyan raweste. Axek bi nirxe. Her kes dixwaze xwe li ser vê axê heyî bike.Her kes dixwaze bibe xwedî vê axê. Ev şer bila raweste. Em dayik bang dikin. Bila Rêber Apo bînin û dawî li şer bînin. Bila dayik negirîn. Mafê kê çibe bila bê dayîn.”