Şêniyên Mexmûrê li dijî êrîşan meşiyan 2024-12-03 17:58:41        NAVENDA NÛÇEYAN- Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê li dijî êrîşên Tirkiye û komên girêdayê wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek girseyî lidarxistin.   Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmurê li dijî êrîşên Tirkiyeyê û komên girêdayê wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek girseyi lidarxistin.   Meş bi kombûna gel û xwendekaran li ber Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir. Di meşê de bênavber dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Piştî ku meş gihişt ber avahiya Netewên Yekbûyî deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevşaredarê wargehê Edban Yilmaz axivî.   Edban Yilmaz êrîşên qirkirinê yên li ser gelê Kurd şermezar kir û ev tişt got: “Dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên DAÎŞ’ê xwestin Rojavayê Kurdistanê dagir bikin. Lê hemu xeyalên wan bi berxwedana gelê Kurd hatin têk birin. Niha jî bi heman şêweyî dixwazin dagir bikin. Lê çawa ku beriya salan hemû planên wan hatin têk birin wê îro jî bi berxwedana şervanên QSD, YPG û YPJ û gelê Kurd têk biçin.”   Edban Yilmaz di axaftin xwe de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Tecrîda ku li Îmraliyê tê meşandin ji êrîşan qut nîne. Êdî herkes dizane ku çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn li Îmraliye. Îro li her derê gelê Kurd bi hêza ku ji Rêbertî û gerîlayên azadiyê digirin li ber xwe didin. Wek gelê Mexmûrê jî dilê me li gel gelê me yê Rojava ye û em ê li dijî hemû êrîşan heta dawiyê di nava berxwedanê de bin.”   Edban Yilmaz di dawiya axaftina xwe de bang li tevayî gelê Kurd kir ku li hember êrîşan rabin û berxwedanê mezintir bikin.   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.