TJK-E’yê banga parastina Rojava kir 2024-12-01 21:33:06   NAVENDA NÛÇEYAN- Koordînasyona TJK-E'yê diyar kir ku ji bo Rojhilata Navîn û Sûriyeyê planeke kûreyî tê meşandin û di serî de bang li jinan, gel, dostan û her kesên ku li kêleka mirovahiyê ne dikin ku li dijî Tirkiyeyê bi hev re têbikoşin.   Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) diyar kir ku komên girêdayê Tirkiyeyê li dijî Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş daye destpêkirin û li dijî vê banga xweparastinê kir.   Daxuyaniya nivîskî ya TJK-E wiha ye: “Dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê yên faşîst ên paşverû, bi êrîşa li ser Herêma Xweser a Rojava, dixwazin kaos û pevçûnên li Sûriyeyê careke din kûr bikin. Ji bo vê jî çeteyên ku ji hêla Tirkiyeyê ve hatine xwedîkirin û tên rêvebirin hewl didin destkeftiyên ku gel bi bedelên mezin bi dest xistine, bi taybet Şoreşa Jinê ya Rojava ji holê rakin. Ji 29’ê Mijdarê ve pêşî êrîşî Helebê kirin û piştre berê xwe dan Hama û bajarên din. Di heman demê de li dijî Şehbayê êrîşa dagirkeriyê destpê kirin. Li aliyê din li dijî hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş tên kirin. Lê mixabin dewleta Sûriyeyê li hemberî êrîşan vîna xwe nîşan neda, ji bo parastina gel helwest nîşan neda û hemû cihên ku çete diçûnê terikand. Ev rewş hemû gelên Sûriyeyê bi xetereya komkujiyê re rû bi rû hiştiye.   Ji bo Rojhilata Navîn û Sûriyeyê planeke kûreyî tê meşandin. Dewleta Tirk ji vê rewşê sûd werdigire û hewl dide armancên xwe yên qirker, kolonyalîst, nîjadperestî û berfirehtir pêk bîne. Li ser vê bingehê dixwazin destkeftiyên gelê Kurd, gelan û jinan ji holê rakin û qirkirina Kurdan pêk bînin. Dewleta Tirk li pişt êrîşên çeteyan e. Eşkere ye ku ev yek wê zêdetir komkujî û qirkirinê bîne ser Sûriye û Rojhilata Navîn.   Weke TJK-E’yê em di serî de bang li jinan, gel, dostan û her kesên ku li kêleka mirovahiyê ne dikin ku Rojava biparêzin.”