Li Enqereyê 12 kes bi daxwaza girtinê sewqê dadgehê hatin kirin 2024-11-29 17:27:30   ENQERE - 12 siyasetmedar, parêzer û parêzvanên maf yên li Edliyeya kar û barên îfadeya wan temam bûn, ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqê dadgehê hat kirin.   Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere bû,  li bajarên cuda gelek kes hatibûn binçavkirin û lêpirsîna wan bidawî bû.    Cigira hevserokatiya giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan Sevtap Akdag, hevşardarê Peyasê Cengîz Dundar, yek ji damezrînerê ÎHD’ê Nîmet Tanrikulu, Serokê Genel-Îş Remzî Çalişkan, serokê sendîkaya Genel Îş a Mersînê Kemal Goksoy, endamê Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) Şîar Rişvanoglu, Erdal Guzel, Halef Caruş, Faruk Aydan, Ecevît Odabaşi, Abdurahman Aydin û Recep Şîmşek bi daxwaza girtinê sewqê dadgehê hatin kirin.    Endama SES’ê Leyla Dogan jî bi daxwaza şerta kontorla edlî sewqê Dadgeriya ceza Sulh kirin.