Li Miksê serdana esnafan 2024-11-29 15:18:56     WAN - Şandeya DEM Partiyê li navçeya Miksê çû serdana esnafan.    Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Wanê Cemal Demîr, Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Wanê Beysî Dîlekçî, Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, Hevşaredarên Miksê û gelek kes li navenda Miksê esnaf ziyaret kirin.    Di serdanê de li pirsgirêkên welatiyan hate guhdarîkirin û bal kişandin ser krîza aborî.