Doza Emîne Şenyaşar hat taloqkirin 2024-11-26 14:54:12     RIHA - Doza ku der barê Emîne Şenyaşar de bi îdiaya "Bi eşkereyî heqaret li saziyên darazê yên dewletê kiriye" ji bo temamkirina belgeyên kêm hat taloqkirin.    Danişîna 4'Emîna doza Emîne Şenyaşar a ku hevjînê wê û 2 kurên wê di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê  parêstvan û xizmên Parlamenterê berê yê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin ku bi îdaya "Bi eşkereyî heqaret li saziyên darazê yên dewletê kiriye" lê hatibû vekirin  4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat dîtin.   Emîne Şenyaşar beşdarî danişînê nebû lê parêzerê wê amade bû. Di danişîna ku bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir de belgeyên di dosyayê de hatin xwendin. Parêzer Ayşe Şehîrban Demîrel, anî ziman ku ji ber gotinên Emîne Şenyaşar ên di roja 24'an a Nobeda Edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê (1'ê Adara 2021'an) de doz hatiye vekirin û daxwaza beraeta Emîne Şenyaşar kir.    Heyeta dadgehê , ji bo belgeyên kêm ên di dosyayê de bên temamkirin doz taloqî 10'ê Tîrmeha 2025'an kir.