NADA: Ji bo cîhanek bê şîdet bi hev re bixebitin 2024-11-25 15:19:34     NAVENDA NÛÇEYAN - Hevpeymaniya NADA’yê bi boneya 25’ê Mijdarê bang li jinan kir û got: “Em bang li hemû jin, rêxistin û tevgerên jinan dikin ku di bin sîwana projeya “Konfederalîzma Jinan a Demokratîk a Herêmî û Cîhanî” de tifaqan xurt bikin."   Hevpeymaniya Jinên Demokratîk a Bakurê Efrîqa û Rojhilata Navîn (NADA) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan daxuyaniyek nivîskî weşand.   Daxuyanî wiha ye:   “Her sal di 25’ê Mijdarê de, em 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiyê li ser bingeha zayendî silav dikin ku ev yek banga jinane, dibe wesîle ku rewşa xwe li çar aliyên cîhanê binirxînin û derfeteke ku binpêkirinên bi her şêweyî ronî bikin. Roj roja ragihandina asta tundiya li dijî jinan û derfeteke ji bo hemû tevgerên ji bo azadiya jinan bikaribin karê xwe û rewşa xwe binirxînin. Bi taybetî tevgerên jinan ên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, herêmeke ku şahidiya geşedanên siyasî, leşkerî û meydanî yên bi hev re girêdayî ye.   Qeyranên ku li welatên herêmê ji ber rejîmên totalîter, otorîter çêbûne, zêdetir bandorê li ser jinan dikin ji ber pîvanên olî yên hişk û qanûnên neolîberal hatine xeniqandin. Di çarçoveya qeyranên bingehîn de, zêdetir jin zehmetiyan dikşînin, şîdeta nava malê, bêparbûna ji xwendinê, tunebûna pêşketinê û ji dadmendiya civakî bêpar dimînin. Krîz û şerên ku li herêmê diqewimin, ne tenê aliyên siyasî û leşkerî ne, di serî de krîzên aborî, civakî û hizrî ne û bûne sedema zêdebûna tundiyê bi hemû şêweyan lewre jin bûne qurbaniyên şer û amûr di destên hemû aliyên bi nakok de û di encamê de rastî destavêtin, tacîz û tundiyê tên. Di roja me de mirov li Sûdan, Iraq, Filistîn, Kurdistan, Yemen û Sûriyeyê binêre dê vê yekê bibîne.   Pirsgirêka jinan li herêmên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê dikeve rêzên jêrîn ên pirsgirêkan û mafê xwe nagirin. Ji ber vê yekê civak û sîstem jî di nava gelek pirsgirêkan de dimînin. Ji ber ku çareseriya hemû pirsgirêkên heyî bi çareseriya pirsgirêka azadiya jinan ve girêdayî ye, ji ber ku bingeha hemû pirsgirêkên civakî ye û kilîta çareseriya hemûyan e. Ji ber vê yekê, bêyî ku li ser koka têgînên dualîteyên desthilatdar ên weke (desthilatdarî û koletî, serdestiya egoya zilam a serdest li hemberî objekirin û kirdekirina jinan, serdestiya mêraniya desthilatdar û jinbûna bindest…) ne mimkûn e ku mirov desthilatdariya baviksalarî çareser bike û ne jî li ser bingeha wekheviya rastîn a di navbera zayendan de demokrasiyek rast dikare were avakirin.   Di serdema şoreşa teknolojî û zanistî û gerdûnîbûnê de, mirovahiyê di warê keşf û dahênanê de gavên girîng avêtine. Bi rastî jin di nava Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de bûne hedefa bingehîn. Amar û lêkolînên li ser binpêkirinên li ser jinan hovane ne. Raporên hêja yên navneteweyî diyar dikin ku di nava salê de her 10 deqîqeyan jinek tê qetilkirin. Welatên ku hê jî li ser mafên jinan ên perwerdeyê nîqaşan dikin û yên din jî têdikoşin ku mafên herî bingehîn ên jinan di qanûnan de cih bigrin.   Em wek Hevgirtina Nada (Hevgirtina Jinên Demokrat ên Herêmê) tenê dikarin bîranîna hemû jinên têkoşer ên dîrokê silav bikin û wêrekiya wan kesên ku rûbirûyê rejîmên bêdad bûne û heta niha jî ji bo maf û azadiya xwe têdikoşin bizanibin. Têkoşîna jinan îro hêza jinan û hêza wan a guhertina rastiyê nîşan dide û destnîşan dike ku bi qasî jiyanê, lehengî jî mezin e. Tişta ku îro jin bi dest dixin xwedî bandorek mezin e, ji têkoşîna li dijî pergala gerdûnî ya ku li ser berhevkirina sermaye û şeran hatiye avakirin, bi têkoşîna olên siyasî yên desthilatdar, heta hemû şêwazên têkoşîna li dijî terorê û dijberiya hemû têgîn û baweriyên zilamtiyê yên kevnar, dest pê dike.   Ji ber vê yekê li ser navê Hevgirtina Nada em dibêjin; werin em vê rojê bikin platforma yekbûna axaftin û armanca hemû jinan. Werin em weke xeta sor a ku nayê qebûlkirin di daxwaza azadiyê de bibin yek. Werin em xurtkirina demokrasiyê weke amûra bingehîn a çareseriya pirsgirêkên civakî bibînin; em peyvê bi teoriyên kûr re bikin yek. Werin em vîn û îradeya xwe bi rêxistinên xwe yên jinan re bikin yek. Werin em stûyê xwe ji şûrên mêraniyê rizgar bikin. Bila ewlekarî û xweparastina me di destên me de be. Ji ber ku di şerê cîhanê yê sêyemîn de xwedî hişmendî, rêxistinbûn û xweparastin çekên stratejîk in di destên jinan de di têkoşîna xwe ya dîrokî de, di ronahiya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de, bêyî wan em nikarin temînata tu destkeftiyan bidin, nikarin astengiyên li pêşiya xwe derbas bikin.   Her wiha em bang li hemû jin, rêxistin û tevgerên jinan dikin ku di bin sîwana projeya “Konfederalîzma Jinan a Demokratîk a Herêmî û Cîhanî” de tifaqan xurt bikin, têkiliyan xurt bikin, ezmûn û pisporiyên xwe veguherînin. Em bang li her kesê dikin ku bi hev re û bi bandor bixebitin, dengê xwe bi dengekî bilind û bi hev re bilind bikin da ku cîhanek bê şîdet ava bikin. Ji bo ku tê de aştî û ewlekarî serdest be û jin li gorî felsefeya dirûşma Jin, Jiyan, Azadî’ cîhanê bi hebûna xwe xweş bikin.   Werin em têkoşînê bidomînin û guhertina ku em lê digerin bi dest bixin!   Şehîdên xwedî gotina heqîqetê nemir in!   Jin, Jiyan, Azadî!”