Peyama MSD'ê ya 25'ê Mijdarê: Bidawîkirina tundiyê peywira me ya pêşîn e 2024-11-25 13:25:13     NAVENDA NÛÇEYAN - MSD'ê bi boneya 25'ê Mijdarê diyar kir ku bidawîkirina tundiya li ser jinan û pêkanîna edaletê ji tevahî sûriyeyiyan re, armanca wan a pêşîn e.    Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî, daxuyaniyek weşand.    Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev roj ji bo bîranîna xwişkên Mirabal, roja geşkirina têkoşîna li hemberî hemû cureyên tundî û cudakariyê ye.   MSD'ê di daxuyaniya xwe de behsa êş û azarên jinên Sûriyeyê kir û diyar kir ku jinên Sûriyeyê ji ber şerê ku ji sala 2011’an vir ve berdewam e, êş û azarên pir mezin dikişînin, ev yek bûye sedema zêdebûna cudakarî û tundiyê bi şêweyên cuda, ji xizanî û paşguhkirinê bigire heta kirinên giran ên wekî îşkence, kuştin û windakirina bi darê zorê. Her wiha diyar kir ku ev rewş li herêmên di bin dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di ne xerabtir e û li wan herêman jin bi awayekî sistematîk rastî binpêkirinên giran tên.   Daxuyaniyê da zanîn ku zêdebûna tundiya li ser jinên Sûriyeyê encameke rasterast a çanda baviksalar a serdest, zagonên cudaxwaz û şerê dijwar e. Her wiha diyar kir ku ev rastiya bi êş ji me hemûyan dixwaze ku ji bo guhertina vê rastiyê têbikoşin û wekheviyê pêş bixin.   MSD'ê bang ji hemû jinên Sûriyeyê kir ku bibin yek û destên hev bigirin, bi hev re tê bikoşin ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinan. Her wiha tekez kir ku beşdariya jinan di pêvajoya siyasî û biryardanê de pêwîstiyek e ji bo her çareseriyeke siyasî ya domdar li Sûriyeyê.