Îranê kolberek jin qetil kir 2024-11-25 11:23:39     NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku kolbereke jin a Kurd ya xelkê Pawe ya Rojhilatê Kurdistanê, di encama gulebarana hêzên Îranê de  jiyana xwe ji dest da. Hat gotin ku piştî kuştina wê kolberê, hêzên rejîmê bav û birayekî wê jî binçav kirine.   Li gor nûçeyên di medyaya Rojhilatê Kurdistanê de hatine belavkirin, kolbera  jin a bi navê Pirşeng Qubad Zahirî (26) a xelkê gundê Hane Germele ya bi ser navçeya Newsud a girêdayî Pawe, di encama gulebarana hêzên Îranê de bi giranî birîndar bû.  Hat gotin ku piştî Pirşeng Qubad rakirin yek ji nexweşxaneyên Kirmaşanê, li wê derê jiyana xwe ji dest da.   Piştî Pirşeng a dayika du zarokan hat qetilkirin, hat diyarkirin ku hêzên Îranê bav û birayekî wê jî binçav kirine.