Li dijî tundiyê gotin 'Jin jiyan azadî' 2024-11-24 15:59:56     ÊLIH- Di daxuyaniya piştî meşa 25’ê Mijdarê ya ku ji aliyê Navenda Mafên Jinan a Baroyê ve li Êlihê bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” hat lidarxistin, hat destnîşankirin ku qetlîamên li ser jinan siyasî ne û peyama têkoşînê hate dayîn.    Navenda Mafên Jinan a Baroya Êlihê, bi dirûşma "Ji bo rawestandina tundiya li ser jinê em bi hev re dimeşin?" ji ber Edliyeya Êlihê heta Parka Êlihê meşiyan. Beriya meşê li ber Edliyeya Êlihê daxuyanî hat dayîn. Di meşa ku gelek parêzer, Dayikên Aştiyê û welatî amade bûn de jinan pankartên li ser navên jinên hatin qetilkirin û nivîsên  "Em ê jiyaneke bê şîdet ava bikin", " Em wekheviyê dixwazin" hatibûn nivîsandin hilgirtin.  Di meşê de jinan bê navber dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" û "Em bêdeng namînin, natirsin, serî natewînin" berz kirin.   Parêzer Ayşenur Demîr Ariç metna daxuyaniyê xwend.   'Jinên ji bo wekhevî û azadiya xwe têdikoşin tên qetilkirin'   Ayşenur Demîr Ariç diyar kir ku jin di her qadên jiyanê de rastî tundiyê tên û got, "Ji ber ku dewlet erkên xwe yên erênî yên weke pêşîgirtina li her cure şîdeta li ser jinê bi tedbîrên qanûnî, misogerkirina pêkanîna qanûnên heyî, parastina jinan pêk nayîne loma tundî li jinan tê kirin.  Em di serdemeke ku tundiya li ser jinê zêde bûye, sîstematîk û asayî bûye de ne. Jin di hemû qadên jiyanê de rastî tundiyê tên. Li malbatê, li dibistanê, li malê, li kolanan, li girtîgehê, li her derê li hemberî jinan şîdet dikare bê kirin. Di her daxuyaniyeke çapemeniyê de em bûyereke nû ya ku tê de cînayetek giran tê kirin û jin ji ber nasnameya xwe ya jin êş û azarê dikişînin, diqîrin. Em her roj dibin şahidê tundiyek nû û kuştinek nû. Jinên ji bo wekhevî û azadiya xwe têdikoşin tên qetilkirin."   'Tundiya li ser jinê polîtîk e'   Ayşenur Demîr Ariç, diyar kir ku şîdet û zimanê nefretê ku desthilatdarên dewletê li jinan an jî bûyerên civakî bi kar tînin bandoreke xerab li tevahiya civakê dike û wiha got: “Ji ber vê yekê em difikirin ku divê aştiya civakî careke din were ronîkirin, ji ber ku şîdeta li ser jinê polîtîk e. Weke parêzvanên mafên mirovan ên jin, em têkoşîna xwe ya ji bo maf û azadiyan, ji bo jiyaneke bê tundî û bê pevçûn berdewam dikin. Em careke din dibêjin 'tundiya li ser jinê siyasî ye'. Em ê têkoşîna xwe bidomînin."   Girseya gel piştî daxuyaniyê ji ber Edliyeya Êlihê heta Parka Êlihê meşiyan, lîrandin û dirûşmên "Jin jiiyan azadî", "Em bêdeng namînin, natirsin, em îtaat nakin" berz kirin.