Ber bi 25’ê mijdarê ve: Em ê têkoşînê mezin bikin 2024-11-24 09:04:29   Memîhan Zeydan-Neslîhan Kardaş   WAN/ AGIRÎ- Jinan der barê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî de bagn kirin û gotin: “Nîşaneya zîhniyeta serdet ya mêr ya bi hezaran salan tê jiyîn, qetilkirinên îro tên kirine. Em ê bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ têkoşîna xwe mezin bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku li qadan dengê xwe bilind bikin.”    25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî nêz dibe û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma ‘Li dijî tundiya mêr jin jiyan azadî’ starta 25’ê Mijdarê da. Jin li dijî tundiyê bi rêxistibûnê têkoşîna xwe didomînin.   Jinên TJA’yî der barê  25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî de ji ajansa me re axivîn.   ‘Di bin qetilkirinan de zîhniyeta mêr heye’   Endama meclîsa şaredariya Tuşbayê Mizgîn Avras got li Tirkiyeyê rojê herî kêm sê jin tundiyê dibînin, qetilkirina jin û zarokan roj bi roj zêde dibe. Mizgîn Avras wiha vegot: “Divê kes bêdeng nemîne. Hefteya 25’ê mijdarê hefteya têkoşînê ye. Ji bo vê divê em rêxistibûna xwe zêde bikin û xebatên xwe bimeşînin. Di bin qetilkirinan de zîhniyeta mêr heye.Nêrîna siyasî ya li hember tundiya jinan baş tê dîtin. Desthilatdarî ji bo jinan biparêze gavekê navêje. Peymana Stenbolê fesh dike. Ev jî cesaretê dide mêr. Nêzîkatiya wan jinan tune dihesibîne. Tundî ne tenê fîzîkiye. Tundî  bi gotinê jî tê meşandin. Em bang  li jinan dikin bila netrisin em li virin em bi hev re xurtin.”   ‘Em ê bi rihê 'Jin jiyan azadî' têkoşîna xwe mezin bikin’   Endama meclîsa şaredariya Ebexê Evîn Karahan anî ziman ku jin tenê tundiya fîzîkî nabînin, her cureyê tundiyê tê kirin û wiha dirêjî dayê: “Dixwazin tundî û qetilkirinan rewa bikin. Em bi jiyan jiyan azadî wê têkoşîn axw emezin bikin. Mixabin polîtîkayên şer li her derê li pêş me ne. Em jin wê bi hev re bigihêjin serkeftinê. Em ê bi rihê jin jiyan azadî têkoşîna xwe mezin bikin.”   ‘Divê em li dijî zîhniyeta mêr têbikoşin’   Endamca meclîsa şaredariya Tûşbayê Leyla Çelîk jî wiha bi lêv kir: “Felsefeya jin jiyan azadî nîşan dide ku jin li ku derê ne. Nîşaneya zîhniyeta mêr ya hezaran salî qetilkirinên jinan yên îro tên kirinin. Divê em li dijî vê zîhniyeta mêr têbikoşin. Nasnameya jinê tê tunekirin. Dixwazin jinan tuneb ikin. Em bang li hemû jinan dikin bila têkoşîna xwe bilind bikin. Jin jiyan azadî û têkoşîne.”   ‘Em hemû jinan dipên qadan’   Hevseroka DEM Partî ya Bazidê Hamîde Temel jî der barê 25’ê mijdarê de axivî û got ji bo ji tundiya li ser jinan re bêjin êdî bes e wê bên gel hev û wiha vegot: “Demên dawî de qetilkirina jin û zarokan zêde bû. Ji bo em bi awayekî xurt van qetilkirinan şermezar bikin em jinan dipên qadan.”   Jina bi navê Nezahat Guler jî wiha nirxandin kir: “Ez qeitlkirina jinan, tundiya li ser jinan şermezar dikim. Ji bo em pêşî li van qetilkirina bigirin em li qadan bên gel hev. Jinên tundiyê dibînin bila li pişt deriyan nemînin. Bila derkevin qadan û bêjin em hene.”   ‘Dengê xwe bilind bikin’   Hevşaredara Bazidê Hayat Zorbay jî ev bang kir: “Em ji bo hemû jinên hatine qetilkirin jinan vedixwînin qadên 25’ê mijdarê.”   Hevşaredara Avkevirê Cemîle Duman jî diyar kir ku divê her kes li dijî qirkirina jinan di 25’ê Mijdarê de li qadan bin û wiha dawî lê anî: “ Divê em jin dengê xwe hîn bilindtir bikin. Divê em ji qetilkirinan re bêjin êdî bes e.”   ‘Deng bidin têkoşîna me’   Hevseroka DEM Partiyê ya Agiriyê Ayşe Karakuş jî diyar kir ku divê têkoşîna jinan li dijî tundiyê bidome û wiha dawî lê anî: “Bial hemû jin deng bidin bang û têkoşîna me.Divê em bên gel hev û destê hev bigirin. Em dengê xwe bigihînin hemû kesî. Bila jin 25’ê Mijdarê de li qadan bin.”