Bi parastina cewherî, rêxistin û têkoşînê ber bi 25’ê Mijdarê ve (23) 2024-11-23 09:06:24   Ji Belucîstanê Dur Bîbî: ‘Jin jiyan azadî’ banga azadiyê ye   Melek Avci   ENQERE - Ji Belucîstanê, Dur Bîbî berxwedana jinê vegot û got hovîtiya netew dewletê ya sînor nas nake her diçe giran dibe û got: “Ev êş û têkoşîn me di bin heman dirûşmeyê de tîne gel hev. Jin Jiyan Azadî banga azadiyê ye. Em ê îlhamê bigirin û îlhamê bidin kesên din.”   Dengên ji cîhanê bilind dibin di sedsala dawî de xeta berxwedana herî mezin a tevgera jinan derdixe holê. Rêxistibûn, parastina cewherî, avakirina zanista xwe û pêşengî kirin. Tevgera jinên Kurd ku ev hemû di bin dirûşmeyekê de anî gel hev û têkeoşîna jinan a gerdûnî ava kir, rola wan a pêşeng bê guman ji aliyê her kesî ve wek rê tê dîtin.Teşeyên tundî û dagirkirinê biguhere jî yekane dengê em li dorê tên gel hev Jin Jiyan Azadî ye. Aktîvîsta Beluc Dur Bîbî berxwedana jinan a Belucîstanê û têkoşîna jinan a gerdûnî bûye, vegot.   ‘Li Belucîstanê kes ji ber fikrên xwe hedef tên girtin’   Dur Bîbî balkişand ser cureyên tundiyê ya li welatê xwe û got: “Belucîstan ji aliyê Pakîstan û Îranê ve hatiye dagirkirin û beşek jî bi Afganîstanê re hatiye parvekirin. Ez ji herêma Belucîstanê me. Belucîstan xwedî cihekî stratejîk e. Dagirkirin ji bo me teşeyê tundiyê ye. Ne tenê ax, heman demê de ziman, çand û hestên me hatin dagirkirin.Ji 2009-2010’an heta niha bi zor windakirin li vir zêde bûye. Aktîvîstên perwerdekirî, parêzvanên maf û kesên ji rêzê li vir hedef tên girtin û dikarin ji holê bên rakirin.”   ‘Vê êşê bi jinan re hesta hêz û berxwedêriyê derxistiye holê’   Dur Bîbî wiha anî ziman: “Vê êş û şikestinê bi jinan re hesta hêz û berxwedanê derxistiye holê. Cil û bergên me dibin mijara qerfê. Çapemeniya Pakîstanê qerfên xwe bi cil û bergên me dikin. Lixwekirina van cil û bergan wekî ku em mirovên ne perwerdekirîne nîşan didin. Parastina çandê me her diçe dide zorê.”   ‘Teşeyên tundiyê guherîn’     Dur Bibî balkişand ser tundiya li ser jinan û got ji 25’ê mijdara 1960’î heta niha di mijara parastina jinan a ji tundiyê de tu hikûmetê gavek bi bandor navêtiye. Dur Bîbî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Teşeyên tundiyê nava demê de guherîn. Lê tundiyê xwe parast û heta îro hatiye. Hîn bêtir giran bûye. Li gelek deverên cîhanê jin tenê bi welidînî tê nirxandin. Jinek zarok neyne dinê kêm tê dîtin. Ev zîhniyet, jin perwerdekirî û xwedî hêza kar bin jî hîna didome. Dibe ku teşeyê tundiya li hember jinan biguhere lê mixabin tundî wek teşeyek nû hebûna xwe girantir kiriye.”   Jinên Kurd bandor li tevgerên berxwedanê kir   Dur Bîbî balkişand ser berxwedana piştî Jîna Emînî û wiha got: “Teşeyê tundiyê ji Kurdistanê heta Belucîstanê cuda bin tundî li her derê heye. Ev êş û têkoşîn me di bin heman dirûşmeyê de tîne gel hev. ‘Jin jiyan azadî’, êş û banga azadiyê  nîşan dide. Dewleta Îranê Mahsa Amînî û bi hezarên din kuştiye. Wek Pakîstanê ku canê Karîma û gelekên din girt. Li Tirkiyeyê jî jin bûye qurbanê tundiya dewletê. Hûn têkoşîna tevgera jinên Kurd dizanin. Ev tevger bi gerdûnî piştevanî û rêxistibûna jinan diparêze. Kurdan bandor li tevgerên berxwedanê ji Sudan heta Belucîstanê kir.”   ‘Jin bi awayekî sîstematîk hedef hatin girtin’   Dur Bîbî balkişand ser cezayê darvekirinê yê li jinên Kurd hatiye birîn û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Berxwdana jinên Îranê bêguman bandor li hemû jinên cîhanê kir. Rejîma îranê ji ber vê bi sedan jin mahkumê mirinê û girtinê kir. Jin bi awayekî sîstematîk hedef hatin girtin. Li dijî vê zextê berxwedan û cesareta jinan rola esas a berxwedanê nîşan dide. Wê teqez rihê berxwdanê bilind bibe. Hebûna têkoşîna jinan a global nokteya herî girîng nîşan dide. Jin ne alav in, jin nûnerên hêza berxwedan û guherînê ne.Têkoşîna rêxistinkirî a jinan girîng e. Jin ji hev hêzê digirin. Divê yekitiya jinan li dijî zîhniyeta serdest bidome. Bêguman pêkan e ku ev sedsal bibe sedsala jinê. Em ê bi hev re dengê xwe bikind bikin. Jin bi hev re dibin hêz.”   Dur Bîbî di dawiya axaftina xwe de banga ji bo 25’ê mijdarê kir û got: “Em ê berxwedana xwe bi nivîs, siyaset, tevger û li çiyan bidomînin. Li dijî dewletên zextxwir û faşîst em ê têbikoşin. Em ê nasnameya xwe biparêzin û bi aweyekî xurt li ser piyan bisekinin. Jin heman demê de nîşan didin ku ji bo parastina xwe dikarin çekan bigirin û ev hêz di serî de di tevgera jinên Kurd de tê dîtin. Em ê îlhamê bigirin û îlhama xwe bidin hemû jinan.”   Sibê: Şîroveya Abdullah Ocalan "Ji bo azadiya civakê azadiya jinê pêwîst e".