DEM Partî: Ne Dêrsîm ne bajarên din bi qeyûm nayên rêvebirin 2024-11-22 21:49:13   ENQERE - DEM Partiyê der barê tayînkirina qeyûmên ji bo şaredariyên Dêrsîm û Pulurê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Ger hûn bêjin qey wê gel dest ji terciha xwe ya siyasî berde û darbeyê qebûl bike, hûn xwe dixapînin.”   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM partî) der barê xespkirina îradeya Dêrsîm û Pulurê daxuyaniyek da.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Desthilatdarî îradeya gel gav bi gav ji holê raike. Îro jî îradeyên Dêrsîm û Pulurê hatin xespkirin. Hûn tenê sûcên xwe giran dikin û darbekariya xwe tescîl dikin. Hûnê ji vir şûnde jî têk biçin. Dîroka şahidê vê ye. Dêrsîm wê serî netewîne. Ger hûn bêjin qey wê gel dest ji terciha xwe ya siyasî berde û darbeyê qebûl bike, hûn xwe dixapînin.