Ji bo zarokan Atolyeya Topikên Tovan hat lidarxistin 2024-11-22 15:51:00     AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca xurtkirina evîna xwezayê di nav zarokan de, li Kreş û Navendên Lênihêrîna Rojane ya Zarokistan a 450 Malan, Atolyeya Topikên Tovan li dar xist.   Serektiya Daîreya Guherîna Îqlîmê û Sifir Bermayî, ji bo zarokên li Kreş û Navendên Lênihêrîna Rojane ya Zarokistan a girêdayî Rêveberiya Şaxa Zarokan a Serektiya Daîreya Xizmetên Civakî, "Atolyeya Topikên Tovan" li dar xist.   Di çalakiya li Kreş û Navendên Lênihêrîna Rojane ya Zarokistan a 450 Malan de, bi bikaranîna heriyê tovên berûyan bo topên tovan hatin veguherandin. Zarokan bi saya vê atolyeyê bi kêfxweşî derfeta naskirina xwezayê bi dest xistin.   Di atolyeyê de ji zarokan re hat şîrovekirin ka çawa tov di nav heriyê de tên parastin û heta şîn dibin dê çawa ewle bimînin. Hat diyarkirin ku topikên tovan tên çêkirin da ku tovan ji ba û bandorên din ên derveyî biparêzin û bigihînin axê.   Dema ku zarokan rêwîtiya mezinbûna tovan fêr dibûn, topên tovan wek destpêka darên ku dê di pêşerojê de şîn bibin hatin sêwirandin. Topikên tovan ên ku hatin çêkirin, dê di çalakiya bê de li cihên diyarkirî bên danîn û bigihîjin axê.