Tedawiya Aklîme Hanas dewam dike 2024-11-22 13:26:00     AMED - Dermankirina Aklime Hanas a di qezaya trafîkê de bi giranî birîndar bû berdewam dike.   Dermankirina xizma girtiyan a bi navê Aklime Hanas a ku di 17'ê Mijdarê de dema diçû navçeya Licê ya Amedê di qezaya trafîkê de bi giranî birîndar bû li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê dewam dike. Aklîme Hanas a ku di beşa lênihêrîna giran a nexweşxaneyê de dihat dermankirin emeliyat bû. Hate hînbûn ku rewşa Aklîme Hanas a ku di beşa lênêrîna giran de di bin çavdêriyê de bû û dihat payîn ku emeliyata duyemîn bê kirin, ber bi başbûnê ve diçe û piştî saxbûnê dê emeliyata wê ya duyemîn bê kirin.