ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2024'AN 2024-11-20 09:00:00     *Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Mahabat Akin der barê bernameyên 25’ê mijdarê yên wê pêk bînin de axivî. Mahabat Akin diyar kir ku ji her demê zêdetir zext hene û wiha got: “Roj roja têkoşînê ye. Roj roja daketina qadan e.” DÎMEN HEYE    *Endamê PYD'ê Mihemed Şêxo têkildarî tundiya li ser jinan axivî. Mihemed Şêxo diyar kir divê tundî li jinê neyê kirin û wiha got:"in di Şoreşa Rojava de bedelên herî giran û pîroz ji bo parastina destkeftiyan dane, divê koletî nebe para wê." DÎMEN HEYE    *Dayik girtî Çetîn Dagtekîn, Peyam Dagtekîn, diyar kir ku yekane sedema surgunkirina girtiyan nasnameya Kurdbûnê ye û wiha vegot: “Yên ji destdirêjî û cînayetan tên girtin, tên berdan. Lê dema dor tê girtiyên siyasî nayên dermankirin. Ji ber ku ji bo zimanên xwe têdikoşin.” DÎMEN HEYE    *Anna-Bêatrîce Schmaltz ji bo Rêxistina Aştiyê ya Femînîst a Frîda dixebite, diyar kir ku her sal ji 25’ê Mijdarê heta 10’ê Kanûnê 16 rojan kampanya pêşîgirtina li tundiyê dimeşînin û wiha got: “Pêşketin bi tevgerên civakî pêkan e. Girînge ku ev sedsal bibe sedsala femînîst.” DOSYA   *Ş.A ya bi salan ji aliyê ji aliyê mêrê ku pê re zewicandî ve tundî dît, ji mala ku lê tundî lê hat kirin derket û jiyanek nû ava kir. Ş.A çîroka xwe vegot. BI DÎMEN    *Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê Cîhan Celo, da zanîn ku jinên êzidî hem li dijî dijmin û hem jî li dijî civak û malbatê her di nav têkoşînê de ye got: "Divê her jinek rastiya xwe bizane û xwedî li heqîqeta xwe derkeve. Di serî de jî divê xwedî li fikr û felsefeya Rêber Apo derkeve." BI DÎMEN    *Jinên li Helebê diyar kirin ku tundiya li ser jinan her diçe zêde dibe û gotin divê li dijî vê yekê jin rêxistinbûyina xwe xurt bikin. BI DÎMEN    *Di roja mafê zarokan de 3 hezar 690 zarok girtîne û hejmara zarokên navbeta temenê 0-6 yên bi dayikên xwe re girtîne jî 756 e. Bi giştî 4 hezar zarokên di bin temenê 18’yî de li girtîgehan e.   *Piştî ku me çeteya fuhuş, hişbirê anî rojevê şûnde der barê  serçete Ayşgul A. de îdianame hat amadekirin.