Aktîvîsta TJA’yê: Wê hêza jinê civakê biguherîne 2024-11-18 09:04:35   Rozerîn Gultekîn   STENBOL - Aktîvîsta TJA’yê Dîlan Geyîk ber bi 25’ê Mijdarê de der barê rêxistibûnê de axivî û wiha got: “Ji 25’ê  Mijdara sala borî têkoşîna me bilind bû. Çareseriya li dijî êrîşan israra di têkoşînê de ye. Hêza ku civakê biguhere jin e. Em hinceta têkoşîna hev in. Di 25’ê Mijdarê de em li Taksîmê bên gel hev.”   Têkoşîna azadiya jinan roj bi roj bi biryarek mezin bi serhildanê mezin dibe. Jin di sedsala 21’ê de bi têkoşîna hevpar parastina cewherî rêxistin dikin. Dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ ku afrînerê wê tevgera jinên Kurd e û li her qadê bilind dibe.Tevgera jinên Azad (TJA) li dijî tundiya mêr dewletê bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî pêşwazî dike.   Ji aktîvîstên TJA’yê Dîlan Geyîn, der barê têkoşîna dimeşînin û pêşwazîkirina 25’ê mijdarê de nirxandin kir.   ‘Ji bo hişmendiya jinê derkeve holê em xebitîn’   Dîlan Geyîk wiha vegot: “Ji 25’ê Mijdara sala borî heta niha têkoşîna jina mezin bû û li dijî vê jî tundî bi cureyên cuda zede bûn. Desthilatdarî di her qada jiyanê de jinan binçav dike, digire û dixwaze şûnde bixîne. Gumanbar jî bi riya bêcezahiştinê cesaretê digirin. Me zîhniyta mêr-dewletê ku heta welidîna jinê mudxale dike dît. Me TJA’yê li dijî êrîşan têkoşîna xwe meşand. Me li Ewropa, Tirkiye û Kurdistanê xwendinên azadiyê pêk anîn. Me di van dema de de li ser tecrîdê nîqaş meşandin. Me der barê tecrîdê û şerê taybet de atolye pêk anîn û bi jinan re hatin gel hev. Li dijî şerê taybet me nîqaş meşandin. Me hişmendiya jinê bi rêxistibûnên taxê derxist holê.”   Avakirina koalîsyona jinan tê nîqaşkirin   Dîlan Geyîk destnîşan kir hinceta têkoşîna xwe ji Sarayan, Nagîhan Akarsel û yên din digirin û wiha pê de çû: “Her jina têkoşîna azadiyê dide hinceta têkoşîna me ye. Hedefa me ya sedsala 21’ê bibe sedsala jinê heye. Em bi jinê n azad re civaka azad diparêzin.Me di vê pêvajoyê de tişta herî zêde nîqaş kir xeta têkoşînê û avakirina koalîsyona jinê bû. Me civîn pêk anîn û atolye plan kirin. Desthilatdarî rêxistina jinan tehdîd dibîne. Hedefa me ev e ku  em bi jina azad xwe bigihînin civaka azad. Em hinceta hev û din in. Em di 25’ê Mijdarê de li Taksîmê bên gel hev. “