ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2024'AN 2024-11-17 09:00:44     * Endama Rêxistina Sara ya bajarê Helebê Heyfa Hisên û ji Rêveberiya Qereqola Polîsan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn Cumene Cafer têkildarî 25'ê Mijdarê dan zanîn hedefgirtina jinan hedefgirtina şoreşê ye û gotin:"Bi saya avakirina tevger û rêxistinên jinan, çalakbûna jinan a li qadan bingehek ji bo parastina jinan a ji tundiyê ava bû. Vê bingehê jî xwe li ser hîmê felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' mezin kir. Bi taybet piştî şoreşa Rojava jinan qadên xwe yên têkoşînê û berxwedana li dijî tundiyê mezin kirin." DOSYA/BI DÎMEN    * Aktîvîst Shaghayegh Noruzî bal kişand ser çalakiya xwendekara zanîngehê Ahû Deryayî û got: “Ev hemû ne tenê propaganda ye, ew ê tu carî pêşiya me negirin. Potensiyeleke radîkal ên Tevgerên Jinan hene, dikarin zext û zordariyê ji holê rakin, ev yek pir bi nirxe û bûye tirsa pergala heyî." BI DÎMEN