ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2024'AN 2024-11-16 09:00:00     * Sekretera Jinan a KESK'ê Done Gevher bal kişand ser şîdeta li hemberî jinê ya di qada kedê de û got: "Em tekez dikin ku xizanî jî tundî ye" û diyar kir ku têkoşîna rêxistinbûyî ya li dijî vê tundiyê xweparastin e. BI DÎMEN    Jiyana Pinar Yilmaz a ku di 19 saliya xwe de bi "Torosa Spî"  hat revandin, bi hefteyan îşkence lê hat kirin û piştî dibêjin dibe ku miribe diavêjin çopê ku ji nû ve bi berxwedanê bi ser xwe ve tê, piştî van pêkanînan jî,bi têkoşîna li dijî îşkence, girtin, tundiya dewletê, koçberî û kuştinên kiryar ne diyar derbas dibe.  Pinar Yilmaz van hemû pêkanînan bi gotina "Pergalê min ji tune afirand" pênase dike. DÎMEN HEYE   *Jinên ji Bazarcixê diyar kirin ku tevî salek di ser erdhejê re derbas bûye jî neçar man di konteynirê de bimînin, diyar kirin ku sozên ku ji aliyê dewletê ve hatine dayîn bi cih nehatin û gotin, "Me tu destek negirt." BI DÎMEN    *Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu derbarê “Mîtînga Demokrasî û Azadiyê” de ku wê bi hezaran kes ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê beşdar bibin axivî û diyar kir ku qeyûm û hemû pirsgirêkên ku hatine jiyîn bi tecrîdê ve girêdayî ne û divê tecrîd bê rakirin û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê misogerkirin. BI DÎMEN