Ger tecrîd rabe... 2024-11-07 09:03:50     “Modela netewa demokratîk rêbaza herî zêde li erdnîgariya me tê ye. Ji ber vê muxatabiyek ne mijara gotinê ye. Rêberê gelê Kurd temînata ku ji bo hemû gel li erdnîgariya Mezopotamyayê bijî ye. Ji ber vê muxatabekî xurt e. Ev realîtek bê hincet e.”   Leyla Guven    Gelekî li ber xwe da, qêriya û got tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Zindanan ji berxwedanan re şahidî kir. Kurdan li hemû qadan bang kir, dengê xwe bilind kir û gotin ‘Ev tecrîd di şexsê Abdullah Ocalan de ligel tê kirin’. Dayikên dilşewat li qadan Îşkence dîtin. Tevî vê dest ji berxwedanê bernedan. Van berxwedanan têrî muktedîran nekir. Rihê 14’ê Tîmrehê li zindanan dîsa zindî bû. Zulkuf, Ayten, Medya, Zehra, Mahsun, Yonca û Sîra. Ev rihên fedayî firiyan û gihiştin serokatiyê.   AKP ji tecrîda 23 salî berpirs e   Di 26 salan de ji bo serokatiya me û sê hevalên wî yên li girava Îmraliyê dimînin maf bên nasîn têkoşîn û bedelên mezin hatin dayîn.  Ev dihatin jiyîn lê bêdengiyek hebû. Belkî ev stratejiyek bû. Deng nebihistin.  AKP ji tecrîda dijhiqûqî ya 23 salan berpirse. Ji roja Rêberê Gelê Kurd anîn grava Îmraliyê li vî welatî gelek caran qanûn hatin tunekirin. Bi aşker atecrîd pêk anîn. Yên gotin maf, hiqûq û edelet ev tecrîd ji nedîtîve hatin.Bangên hatin kirin nebihistin.    Silav be ji kesên di vê rêyê de têkoşîn meşandin   Tecrîd li ser hemû girtîgeh û muxalîfan pêk hat. Di 2019’an de 7 ciwanî li girtîgehan ji bo tecrîd bê bihistin canê  xwe feda kirin. Îro serokê netewperest yê welat dibêje ‘ger tecrîd rabe’ û vê dijhiqûqiyê qebûl dike.Gelê Kurd bi israr ji tecrîdê re got na. Got tecrîd nayÊ qebûlkirin. Di vî alî de ji kesên xwe feda kirine re hezar silav.   Me her tim got;Pirsgirêka neyê çareserkirin tê girtin. Li Rojhilata Navîn mijara Kurd û Fîlîstînê hemû rê girtine.  Hemû welatên herêmê li riyek derketinê digerin. Ji bo qedandina Kurdan di lêgerînê de ne. Li pey çareseriyeke bê Kurd diçin. Lê biçin Amed, Wan û Mêrdînê wê gelê me riya baş nîşanê wan bide. Ya ku projeya wî jib o Rojhilata Navîn û Kurdistanê heye Rêberê gelê Kurde. Modela netewa demokratîk rêbaza herî zêde li erdnîgariya me tê ye. Ji ber vê muxatabiyek ne mijara gotinê ye. Rêberê gelê Kurd temînata ku ji bo hemû gel li erdnîgariya Mezopotamyayê bijî ye. Ji ber vê muxatabekî xurte. Ev realîtek bê hincete.    Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re   Piştî 43 mehan şûnde Omer Ocalan çû hevdîtin bi serokatiyê re kir. Vê hinekî dilê Kurdan rehet kir.  Ew û her sê hevalên wî başin û me fêm kir ku tecrîd rabe ew di her alî de wê ji bo pêvajoyê amade be. Ev jî hêviya me ya ji bo çareseriyê zêde dike. Gotinên Devlet Bahçelî jî hîna tên nîqaşkirin. Bêguman wê ev nîqaş hebin. Mijarek 100 salî li holê ye. Li vî welatî her kes xwedî gotine. Lê rewşên şaş jî derketin holê. Hevalên me yên me bi hev re diqêriyan bêrêzdarî nêz bûn û ev bi min re şikestinek çêkir.Beguman ez dostên di her şertî de dost dimînin ji dervê vê digirim. Divê her kes li hember hev rêzdar bin.li dijî gotina Bahçelî ya bila Abdullah Ocalan bê meclîsê, yên ewil bertek nîşan dan, kesên ku em ligel hev , bihev re dimeşiyan bûn. Ev mirovan dide fikirîn.    Kîjan wekhevî?    Kengê ji bo hêviyê ronahiyek derkeve heman nêzîkatî dertên holê. Madem ev  komar ya we, ev meclîs ev dewlet ya we ye hûn çima dibêjin em wekhevin? Kîjan wekhevî? Em destnîşan dikin ku yên li dijî îradeya gelê kurd heqeret dikin rêzdariya me ji wan re tuneye. Vê pêvajoyê hemû ekranên TV’yan veguherîn A haberê. Ev rewşek trajîke. Em carek din bibîr bixin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû nirxên me, gelek bi nirxin. Ev gotinek pir klîşeye lê dîsa bêjim. Dema hûn van nirxên me digirin ser zimanê xwe baldar bin, an jî wê diranên we bişkên. Em gotinek Mevlana bibîr dixin û dibêjin’ya wek xwe be ya jî wek tê dîtin be.’