Şaredariya Hesekê bertek nîşanî qeyûman da 2024-11-04 19:04:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredariya Gel a Hesekê desteserkirina 3 şaredariyên Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve, şermezar kir û piştevaniya xwe ji bo şaredariyan û berxwedana gel nîşan da.   Endamên Şaredariya Gel a Hesekê ya kantona Cizîrê li ber avahiya xwe ya li taxa Tel Hecerê kom bûn û bi daxuyaniyekê piştgirî da 3 şaredariyên Bakurê Kurdistanê ku îro dewleta Tirk li şûna hevşaredarên wan qeyûm (karmendên fermî yên dewletê) tayîn kirin.   Daxuyanî ji aliyê hevşaredar Sadiya Kotî ve hat xwendin.   Sadiyayê diyar kir ku dewleta Tirk hewldanên xwe yên qirkirina siyasî li dijî şaredariyên bi vîna gelê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatine hilbijartin, didomîne û got: “Roj bi roj dewleta Tirk a faşîst a bi serkêşiya AKP'ê ya Erdogan îspat dike ku dijminê hemû nirxên mirovahiyê ye û dijminatiya hemû gelên herêmê ye.”   Sadiyayê bi van gotinan peyama piştevaniya bi şaredariyên Bakurê Kurdistanê re da: "Em weke Şaredariya Gel a Hesekê operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî şaredariyên gel ên Bakurê Kurdisanê, şermezar dikin. Em piştgiriyê xwe bo îradeya gel nîşan didİn û berxwedana wan pîroz dikin. Em piştgiriya xwe ya bi vîna gel û dengê wî yê azad ê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê re radigihînin."