'Gule bera serê min dan' 2024-11-04 15:28:05     WAN - Welatiyê ku dema li Wanê di dema çalakiya li dijî qeyûman de di rê de derbas dibû bi guleya plastîk a polîsan birîndar bû got, "Ez derbas dibûm, guleya plastîkê bera serê min dan. Şîdet ne çareserî ye. Ez ê serlêdana sûc bikim."   Di dema çalakiya qeyûman a li Kolana Sanat a Wanê de welatiyekî ku derbas dibû rastî tundiya polîsan hat. Welatiyê ku ji aliyê polîsan ve bi guleya plastîk birîndar bû wiha got: “Ez derbas dibûm bi guleya plastîk bera serê min dan. Min tiştek nekir, êrîş nekir, ez tenê di rê de dimeşiyam. Şîdet ne çareserî ye. Ez ê serlêdana sûc bikim."