Li Bachumê civîna gel 2024-11-03 21:27:00       NAVENDA NÛÇEYAN- Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut di civîna gel a li Bachumê de axivî û got: “Hevdîtina bi Rêber Apo re hat kirin, encama têkoşînê ye. Em têkoşînê bi azadiya Rêber apo tacîdar bikin.”   Li bajarê Bachum ê Almanyayê ji bo meş û mîtînga wê di 16’ê Mijdarê li Kolnê bê lidarxistin de, civîna gel hat lidarxistin. Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut, siyasetmedar Îdrîs Baluken û bi sedan Kurdistanî beşdarî civînê bûn. Civînê piştî deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Der barê armanca civînê de Hevserokê FED-MED NRW Ahmed Kobanê axaftinek kir.   Di civînê de Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut axivî. Zubeydeyê bal kişand ser pergala qirker û tecrîdê ya Îmraliyê û wiha axivî: " Fikrên Rêbertî û têkoşîna gel a birêxistinkirî, tevî şert û mercên tecrîda Îmraliyê, îrade û berxwedanek derxist holê ku zext û komployên li dijî xwe pûç kirin. Felsefeya Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahiya Rojhilata Navîn hêviyek e."   ‘Divê em têkoşînê mezin bikin’   Zubeydeyê der barê hevdîtina Abdullah Ocalan ya bi malbata wî re jî wiha got: “Ev hevdîtin bi saya têkoşîn û berxwedana vî gelî çêbû. Loma divê em vê têkoşînê mezintir bikin û bi azadiya Rêbertî tacîdar bikin. Ji bo ku Rêbertî bikare di çareseriya pirsgirêka Kurd de roleke çalaktir bilîze û ji bo aşitiyê înîsiyatîfeke mezintir bigire azadiya wî gelek girîng e. Saziyên Ewropayê şirîkên vê polîtîkaya tecrîdê ne. Loma ji bo çareseriyê xwedî roleke mezin in. Meşa mezin a ku dê 16'ê Mijdarê li Kolnê bê lidarxistin, ji bo şikandina tecrîdê û azadiya Rêbert Apo çalakiyeke giring e. Bi beşdariya vê yekê em dikarin berpirsiyariyên saziyên Ewropayê bi cih bînin."   Siyasetmedar Îdrîs Baluken jî axivî û wiha got: “Di dîrokê de gelê Kurd ti carî bi qasî îro polîtîk û rêxistinkirî nebûye. Feraseta ku hewl dide bi polîtîkayên tasfiyeyê îradeya gelê Kurd bişkîne û komkujiyê bidomîne divê ji bîr neke ku ev hesab wê ji Amed, Ewropa û Dersimê vegere. Ne mimkin e ku îradeya gelê Kurd a sed salî bê şikandin.Qedera gelên Rojhilata Navîn bi pergaleke sed salalane hatiye diyarkirin. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn û pêvajoya Şerê Sar rû daye û di salên 90'î de ev pergal hatiye hejandin. Niha jî pêvajoyeke dînamîk a ku wekî ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ tê pênasekirin tê jiyîn. Li gel ku Rojhilata Navîn ji nû ve şikil digire, pergala berê ya bi darê zorê ne derbasdar e. Gelê Kurd ê ku ji hemû mafên xwe yên bingehîn bêpar maye careke din li meydana dîrokê ye.”    ‘Gelê Kurd bê navber têdikoşe’   Îdrîs Baluken wiha dawî lê anî: “Ne mimkin e ku li aliyekê tecrîd bidome li aliyê din jî hevdîtinên aşitiyê bên kirin. Gelê me ev salek e ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan ji Amedê heta Ewropayê têkoşîneke bênavber dide. Di demek nêz de wekîlê me Omer Ocalan bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek kir. Ev hevdîtineke gelek giring e û gelê me jî pêvajoyê bi baldarî dişopîne. Lê Birêz Abdullah Ocalan diyar dike ku tecrîd hîn didome. Divê bizanin ku nikarin gelê Kurd bi van gavên serveyî bixapînin. Helbet hevdîtin girîng e û gelê me jî giringiyê dide vê yekê; ji ber ku tecrîdeke giran heye ku bi salan didome. Loma bi tecrîdê ne mimkin e ev pêvajo li ser bingeheke saxlem pêş bikeve."