Kongreya DEM Partî ya Îzmîrê: Navnîşan Abdullah Ocalan e 2024-11-03 18:15:53     ÎZMÎR - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di kongreya partiya xwe ya Îzmîrê de axivî û wiha bang li rayedarên dewletê kir: “Heke bernameyeke we ya siyasîbûnê hebe, navnîşan birêz Abdullah Ocalan e.”    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îzmîrê bi dirûşma “Em li dijî şer, kedxwarî, zilm û xizaniyê xwe birêxistin dikin, ber bi azadiyê ve dimeşin”, 3’yemîn Kongreya Asayî li dar xist. Kongre, li Navenda Kongreyê ya Tepekuleyê hat lidarxistin. Li eywanê pankartên “Ji girtiyên nexweş re azadî”, “Li dijî kompasan em siyaseta demokratîk diparêzin”, “Na ji tecrîdê re azadî ji girtiyên siyasî re” û “Em li dijî hemû şeran in” hatin daliqandin. Di kongreyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin, jiyan, azadî" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Serokwekîlê Komê Sezaî Temellî, siyasetmedar Gultan Kişanak, parlamenter, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, nûnerên partiyên pêkhate, girtiyên piştî 30 salan hatin berdan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li bûn.    Beriya kongreyê Koma Agirê Zerdeşt derket ser dikê. Piştre jî deqeyek rêz hate girtin. Parlamenterê Îzmîrê Îbrahîm Akin ji ewil axivî û bal kişand ser hêza birêxistinkirî.    ‘Geşadana herî baş peyama jî Îmraliyê bû'   Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî got ku dê aştî bê ve xakê û ev tişt anî ziman: “Êdî dema wê hatiye. Li Enqereyê tiştek naqewime. Xweziya min îro bigota ji bo çareseriya demokratîk dê pêvajoyeke nû dest pê bike. Lê geşedaneke wisa tune ye. Parlamenterê me yê Rihayê çû serdana birêz Ocalan û silavên wî anî. Li dijî spekulasyonan peyameke baş bû. Geşedana herî baş, peyama ji wê hevdîtinê bû.”    'Divê diyalog hebe'   Ayşegul Dogan, bertek nîşanî girtina Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer û tayînkirina qeyûm da. Dogan, got ku divê şert û mercên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bên başkirin û wiha got: “Heke dewlet ji bo çareseriyê amade be, bila gotina xwe bi cih bîne. Heke aştiyeke çêbibe, divê di navbera aliyan de guftûgo hebe. Heke bernameyeke we ya siyasîbûnê hebe, navnîşan birêz Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê ragirtin e. Vaye heqîqeta Ocalan heqîqeteke wiha ye. Ji ber ku me ev heqîqet nîşan da lewma êriş dikin.”    '25 salan bêedeletî afirandin'’   Sezaî Temellî jî anî ziman ku Abdullah Ocalan 25 salan siyaseta aştiyê afirandiye. Sezaî, diyar kir ku aborî têk çûye, xizanî û hejarî derketiye lûtkeyê. Sezaî, wiha domand: “Ji ber ku çavkaniyên welêt ne ji bo gel lê ji bo şer tên xerckrin. Em ê li dijî netewedewletê, neteweya demokratîk biparêzin. Em ê Rojava, Başûr biparêzin û li dijî kesên Rojhilata Navîn weke bazara çekan dibînin jî em ê bibêjin Rojava. Dê Ocalan derkeve, biaxive û dê dinya biguhere. Em ê teqez bi ser kevin.”    Rêveberiya nû hat hilbijartin   Piştî axaftinan hilbijartin hat lidarxistin. Selçûk Odabaşi û Fulya Erdogan weke hevserokên nû yên bajar hatin hilbijartin.