Li Reqayê jinan pêşangeha hunerê vekir 2024-11-03 15:54:48       NAVENDA NÛÇEYAN -Weqfa Jina azad a Sûriyeyê li kantona Reqayê bi sernavê "Tiliyên Zêrîn" pêşangeka hunera jinan vekir.   Weqfa Jina azad a Sûriyeyê li kantona Reqayê bi sernavê "Tiliyên Zêrîn" pêşangeka hunera jinan vekir. 7 jin ji endamên nivîsgehên Weqfa Jinan ên Tebqa, Kobanê, Qamişlo, Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan, Desteya Perwerdeyê û dibistana Kewkeb El Tifûle û jinên ji kantona Reqayê, tevli pêşangehê bûne.   Di pêşangeha ku li hola Stada Beledî ya bajêr hatiye vekirin de, jinan hunerên xwe yên wekî dirûnê, ristina rîs, xiriç, xêzkirina tabloyan û aksesuarên bi destan hatine çêkirin dan pêşandan.   Bi dehan şênî, xwendekarên dibistana Kewkeb El Tifûle, endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya, Meclisa Malbatên Şehîdan, Desteya Perwerde û Fêrkirinê, Aboriya Jinan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn -Jin di roja yekemîn de serdana pêşangehê kirin.   Di merasîma vekirina pêşangehê de, endama rêveber a Weqfa Jina Azad şaxê nivîsgeha kantona Reqayê Muna El Elî axivî û bi xêrhatina beşdaran kir.   Muna wiha got: "Em bi hatine we kêfxweş in. Ev pêşangeh, bi awayekî nû hunera jinan pêşkêş dike. Her wiha hêza wê nîşan dide ku dikare berhemên xweşik çêke."   Muna armanca wan a vekirina pêşangê jî vegot û wiha lê zêde kir, "pêşxistina behreyên jinan, peydakirina derfetê ji jinan re ji bo ku bikarin berhemên xwe pêşan bidin û bifiroşin û bazara berhemên destan bidin nasandin. Her wiha armanca wan ew e piştgiriya jinên afrîner bikin, projeyan ji jinan re peyda bikin ji bo ku bikarin behreyên xwe pêş bixin."   Pêşangeh heta sibe dê bidome.