'Divê mêr jî wekheviya zayendê bixwazin' 2024-11-03 09:03:07       Melîke Aydin   ÇANAKKALE -  Berdevka Meclîsa Jinan a Yekitiya Ekolojiyê Fusun Kayra derbarê binpêkirinên mafan yên li hember jin û zarokan û her wiha têkçûna ahlaqî de axivî û da zanîn ku divê têkoşîna femînîst, bikeve pêşiya hemû têkoşînan.   Li Tirkiyeyê demên dawî de qetikirin, destdirêjî, tundiya li hember jin û zarokan zêde bûye ev jî nîqaşên rizandina ahlaqî û polîtîk bixwe re tîne. Li ser pêşniyarên çareseriyê nîqaş tên meşandin. Berdevka Meclîsa Jinan a Yekitiya Ekolojîk Fusun Kayra da zanîn ku ev rizandin encama şert û mercên faşîst yên giran yên pêvajoya 22 salan a desthilatdariyê ye û got bi têkoşîna jinan wê ev bê başkirin.   ‘Divê mêr jî wekheviyê bixwazin’   Fusunê got serkeftina herî mezin a desthilatdariyê mayîndekirina faşîzmê ye û got: “Her kes li dijî vê bê deng kirine û bertek jî kêm bûne. Qirkirinên mezin yên zayendê bi saya tevgera femînîst pêk nayên. Her kes 22 sala di bin faşîzma ku destilatdarî pêk tîne de ye. Heta ku tenê tevgerên jin û femînîst li dijî vê bin wê ev pergal neyê hilweşîn. Divê mêr jî daxwaza wekheviya zayedê bikin.”   ‘Serdestiya mêr tê parastin’   Fusunê got mêr di esasa desthilatdariyê de pêş dikevin û ji bo qadê parastina xwe winda nekin serdestiya mêr diparêzin û wiha anî ziman: “Mêrên çepgîr an jî sosyalîst jî dikevin vê helwestê. Em li dijî tundî, destdirêjî û mansplanîng a di tevgerên çep û ekolojîk de matmayî namînin. Ji ber ew jî di xeta desthilatdariyê de ne û xwediyê heman helwestê ne. Daxwaza me eve ku divê hemû kes di alî femînîzmê de cih bigirin. Dînamîkên ku tevgera civakî pêk tînin divê radîkal bibin. Divê xwedî derketineke topyekun û radîkal hebe û her kes li dijî vê be. Divê yekitiyek heve. Ancax bi vî awayî riyeke derketinê ya radîkal wê pêk bê.”   ‘Em ê teşhîr bikin’   Fusunê daxuyakirin ku dewlet ji girseya ku xwe biriye desthilatdariyê dur ketiye û jinan, zarokan, xwezayê tune dihesibîne û ji ber vê ji nokteyeke lihevkirinê dûr ketiye. Fusunê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Me jinan di têkoşîna ekolojiyê de jî ji ser perspektîfa eko-femînîzmê rêxistinbûna xwe daye destpêkirin. Lê em bi sûcdariya ku têkoşîna ekolojiyê dikşînin çarçoveya femînîzmê tên sûcdarkirin. Êdî jin û mêrên ku vê pêk bîn wê bên teşhîrkirin. Wekê din em nikarin ji vê tarîtiyê derkevin.”   ‘Divê têkoşîna jinan bixin pêşiya hemû têkoşînan’   Fusunê destnîşan kir ku rizandina tê jiyîn ji nedîtîve hatin wê çareseriyê neyne û got divê mirov ji rewşa bêbertekbûn, alavbûn û normalbûnê derkevin. Fusunê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piranî jin di rêxistinên tevlihev de cih digirin. Di wan deran de li dijî serdestiyan deng dernaxin. Lê em dibêjin divê bi mêrên ku bûne hêmasyên baviksalar re lihevkirin tunebe.  Ev jî bi têkoşîna jinan pêkane, divê têkoşîna jinan di pêşiya hemû têkoşînan de be.”