'Rizandin bi têkoşîna jinan a rêxistinkirî dikare bê çareserkirin' 2024-11-01 09:08:32     Melîke Aydin   MUGLA - Gulsum Nazlioglu diyar kir ku rizandina civakî ya pêk tê encama polîtîkaya şer e û civakek ahlaqî bi têkoşîna rêxistinkirî ya jinan pêkan e.   Di demên dawî de zext û êrîşên li hember jin û zarokan zêde bûne û jin sedema vê lêpirsîn dikin. Tiştên tên kirin rizandina civakî nîşan didin. Seroka Giştî ya Sendîkaya Karkerên Malê (Ev-Esken) Gulsum Nazlioglu der barê miajrê de axivî û got tiştên tên kirin rizandina civakê nîşan didin û polîtîkayên bêcezahiştinê  û polîtîkayên der barê jin û zarokan de girêdayî hevin.   Rizandina encama polîtîkayên şer in   Gulsumê daxuyakirin ku sedema tundiya li ser jin û zarokan, dejenerasyon û polîtîkayên şer in û got: “Şer tundiyê nomal dike. bi taybet jin di malbatê de tên qetilkirin. Gelek qetilkirinên jinan yên dernakevin holê hene. Mafê jinan ji dest tên girtin û ev normal tên nîşandan. Ev nîşaneya polîtîkayên şer in. Destdirêjî li jinan tê kirin lê tiştek nayê kirin. Bertek nayê nîşandan.”   ‘Hevjînê mêr dewlete, yê jinê jî mêr e’   Gulsumê wiha domand: “Mêr tundiya li leşkeriyê fêr dibin li malê li hevjîna xwe dikin. Digotin hevjînê mêr dewlet e, yê jinê jî mêr e. Em hemû vê dizanin. Em jin bi awayekî xurt deng bilind nekin wê ev neqede. Dewleta mêr ji bo tevgera jinan li gorî xwe bi teşe bike rêbazan pêş dixîne. Divê em desturê nedin ku zîhniyeta mêr ya pêşengan tayînî jinan dikin. Kîjan jin dibe bila bibe ya esas  têkiliyek wekhev û bi hev re têkoşîn meşandin e. Tevgera jinan li ser zemînê ava dibe.  Divê em destur nedin ku ev zîhniyeta mêr di qadên siyasetê de cih bigire.”   ‘Ya rizandina civakî ji holê rake jin e’   Gulsumê daxuyakirin ku endamekê şaredariyê di kuştinên jinan de dibêje ‘jin jî sûcdarin’ û vê cesaretê ji encamên jinên bertek nîşan nadin digire. Gulsumê wiha dirêjî dayê: “Qirkirina zayendê heye. Li gorî wan tu li gorî hawirê biaxivî, tu bibî hevjîn û serî bitewînî tu jinek baş î. Lê îtîraza me heye. Ger li wir endamek jin hebûna divê nehiştiba ev bê gotin. Di civakê de rizandin heye. Ya ku vê ji holê ra bike jî jin e. Divê mirov nekevin pey desthilatdariyê û têkoşîna jinan bikin hedefa esas.”   ‘Hevserokatî destkeftî ye, divê ji nîqaşê re venekin’   Gulsumê DEM Partî jî rexne kir û daxuyakirin ku hevserokatî ji nîqaşê re vekirin ne rast e û got: “Glek rêxistin hevserokatiyê mînak digirin. Jinên DEM Partiyê nikarin vegerin serî. DEM Partî jî ji rizandinê bandor dibe.  Li bajarên rojava  jinên Kurd nayên qebûlkirin. Hewldaneke wisa heye.  Jinên Kurd ji derveyê têkoşînê tên hiştin. Vê demê têkoşîna jinên Kurd û femînîst ji hev nekirin lê niha dixwazin li vir ji hev bikin.”   ‘Bi nan terbiya dikin’   Gulsumê di berdewamiya axaftina xwe de  balkişand ser qetilkirinên jinan û got divê li dijî vê  jin ewil bizanibin ku bên gel hev û li ser çareseriyan bê sekinandin. Gulsumê her wiha ev tişt anî ziman: “Dewlet li her derê jinan dike zorê û ji qada îstîhdamê dur digire. Em rizandinê, bi nan terbiyakirinê dibînin. Divê ji bo ciwanan qadên polîtîk û aborî bên afirandin. Ev ji bo ciwanan şert e.  Em jin bi hev re têbikşin em ê çareser bikin. Li dijî rizandinê divê rêbazên têkoşîna hevpar bên afirandin.”