Gel li dijî şer divê rêgezên xwe diyar bike 2024-10-31 09:09:16     Rozerîn Gultekîn   STENBOL- Seroka şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî der barê êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de axivî û got: “Di pratîka vî welatî de ev heye, dibêjin aştî heye û operasyonan dikin. Bi şer û perçvûnan pisgirêk nayê çareserkirin. Di pêvajoya çareseriyê ya 2013-2015’an de jî desthilatdariyê pir caran anî ziman. Heta ev polîtîka neguherin mixabin wê ev êrîş hebin.”    Tirkiyeyê şeva 23’ê cotmehê li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş da destpêkirin û gelê sivîl hedef girt gelek kesî jiyana xwe ji dest da. Navenda têkiliyên Çapemeniyê ya Hêzên Ewlehiya Hundir ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrîşan de  daxuyanî da û diyar kir ku Tirkiyeyê bi balafirên keşfê 99, bi balafirên şer 13, bi avêtina topan 573 bi giştî 685 caran êrîşê herêmê kiriye. Di van êrîşan de 14 jê sivîl û  hêzên ewlehiyê, bi giştî 17 kesî jiyana xwe ji dest dan û 39 sivî lû 9 hêzên ewlehiyê bi giştî 48 kes birîndar bûne. Di êrîşan de derdora Til Rifet, Grê Spî, Dêrik, Qamişlo, Kobanê, çiyayê Qereçox, bajarên Amûdê, Rimêlan, Efrîn-Şehba, Minbîç, Tirbespiyê, Swêdîyê, Eyn Îsa û Til Temîr û gundên girêdayê wan hatin bombebarankirin. Her wiha Tirkiyeyê santrola ceyranê hedef girt û  navenda Kobanê û 366 gund bê ceyran man.   Seroka şaxa  Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî der barê êrîşan de axivî.   Riya çareseriyê: Aştiye an jî şer e?    Gulserenê da zanîn ku bi salane ji bo şer bi dawî be têkoşînê dimeşînin û bi taybet êrîşên ku zirarê didin sivîlan û sivîlan hedef digirin nayên qebûlkirin. Gulserenê wiha domand: “Polîtîkayên welat di van êrîşan de cihekî girîng digirin. Tiştên tên jiyîn encama polîtîkayên şer e.Di mijara çareseriya mijarekê de pirsa ‘aştiyaneye? An jî rêbazên şer e? bi êrîşan bersiva xwe digire. Heta ev polîtîka neguherin mixabin wê ev êrîşb idomin. Di demên şer û pevçûnan de tundî zêde dibe. Der barê de lêkolîn jî hene. Tundiya li Tirkiyeyê her diçe zêde dibe raste rast girêdayê polîtîkayên şer yên hatine rewakirinê ye. Lêçûnên ji bo şer zêde dibin, butçe ne ji bo gel ji bo şer tê veqetandin. Polîtîkayên şer dijminahiyê zêde dike.”   ‘Pêvajoya berê nîşan da ku pisgirêk bi şer çareser nabe’    Gulserenê her wiha destnîşan kir ku li aliyekî gotinên aştiyê tên axaftin li aliyê din jî di şer de israr heye û wiha bi lêv kir: “Ev naqokiya hat jiyîn ji rêzê tê dîtin. Di pêvajoyên berê de bi axaftina aştî û çareseriyê re, bûyerên tundiyê û êrîş di nav hev de derbas bibûn. Gelo wê carek din pêvajoya çareseriyê dest pê bike?Her ku ev pirs xurt bû fikarên der barê bûyerên tundiyê de jî derketin holê. Bi hesabên berjewendiyan re gotinên hem nerm hem jî tund nav hev de derbas dibin. Tiştên tên jiyîn bi mafê mirovan û hiqûqê nayên vegotin. Lê mixabin bi pratîka vî welatî de dema aştî tê gotin operasyon tên kirin. Aliyên divê muzakere pê re bên kirin tên girtin. Niha dîsa polîtîkayên şaş pêk tînin. Di pêvajoya 2013-2015’an de desthilatdariyê jî ev gelek anî ziman. Bi şer çareserî pêk nayê.  Ev rastiyeke.”   ‘Gel li dijî êrîşan derdikeve’   Gulserenê êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî nirxand û wiha domand: “Gel li dijî êrîşan derdikeve. Dewlet li gorî berjewendiyan tevdigere. Li Fîlîstînê ev saleke êrîş hene. Li dijî vê dewlet bi aşkera polîtîkayên li aliyê Israîlê dimeşînin. Divê pirsa çima li dijî Kurdan bêdengîheye çima ji bo Fîlîstiyan tê axaftin. Dema berjewendî tunebin bi hemû samimiyetê li dijî şer derdikevin. Îro li hember Fîlîstînî, li hember Kurdan wê sibê il hember netewên din heman nêzîkatî hebe. Planan li ser berjewendiyan dikin.  Lê mirov bertekên xwe yên li dijî van tînin ziman. Em ê di mijara mafê mirovan de, binpêkirina mafan de hişyarkirina mekanîzmayên neteweyî û navneteweyî de, xebatên xwe bidomînin.”